Civak
Ji bo serjimartina Iraqê tarîxekî nû tê diyar kirin
Serokê Berdevka Çapemeni yê Wezareta Plankariya Hikumeta Federal a Iraqê Heyva Muhammedê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Komîteya Amadekariya Serjimartinê di bin kontrola Wezaretê de hemî xebatên xwe qedand û ji bo serjimartinê jî ti bandorekî nemaye.
Heyva Muhammed diyar kir ku ji bo serjimartinê giştiyê astengiyekî nemaye û Komîteya Amadekariyê Serjimartinê ji bo jimartinê hemî xebatên xwe qedand û Komîteya Amedekar di rojên pêş de ji bo tarîxa jimartinê biryarekî bide û emê ji raya giştî re jî li ser mijarê agahdariyekî bidin.
Li Iraqê ji bo Serjimartina Giştiyê tarîxa 24.10.2010 hatîbû diyar kirin lê ji ber îtîrazên Meclîsên Kerkûk û Misulê serjimartinê giştî ji bo tarîxekî dî hatîbû drêjkirin.