14'ê Berfanbar
14’ê Berfanbar
Di sala 1914’an û rojekî wekê îroyê de Şêx Evdisselam Berzanî ji aliyê deshilatdariya Îttîhat û Terakkî û bi serokatiya Parêzgarê bajarê Misulê Süleyman Nazîfê ve bi rêya deliqandinê hatiye şehîd kirin.
Şêx Evdisselam kurê Şêx Muhammed Barzaniye. Dema ku Şêx Muhammed çûye ser dilovaniya xwe 5 kurên wî hebûn û navê van jî Şêx Ahmed, Muhammed Sidiq, Babo, Şêx Evdisselam û Mele Mistefa Barzanî bû.
Di dema Şêx Evdisselam Barzaniyê de baskên eşîra Barzaniyan di bin serokatiya wî de kom bûn û piştgiriya rofermên Şêx dan.
Baskên Eşîra Barzaniyan
Şîrvanî
Dolamêrî
Mizorî
Berojî
Nizarî
Gerdî
Herkî
Binecî
Reformên Şêx Evdisselam Barzanî
1- Xwedîtî ( mulkiyet ) ji holê rabû
2- Reformê axê ‘Axên herêmê ji bo cotkaran hatiye belavkirin’’
3- Zewacên bi zorê hatiye qedexekirin
4- Têkîliyên civatî li ser esasên edalet û wekheviyê hatiye sererastkirin
5- Ji bo her gundekî avakirina mescidek. Ev mescîdana jî hem ji navenda îbadetê hem jî navenda çareserkirina pirsgirêkên gundiyan bû.
6- Ji bo çareserkirina pisgirêkên hemî gundan avakirina konseyan
7- Di bin her eşîretê de avakirina hêzên çekdarî û ji serê wan jî tayinkirina berpisyarekî.
Şêx Evdisselam Barzanî ji bo yekîtiya Kurdan û ji bo desthilatdariya Kurdan digel serokên eşîr û berpirsyarên milletê Kurd jî gelek car civiyan.
Têkîliyên wî ji saziyên wekê Cemiyeta Te’aliya û Terakkiya Kurdistan, Cemiyeta Hêvî û Cemiyeta Serxwebuna Kurdistan jî hebûn. Di heman demê de tekîliyên Şêx Mehmud Berzencî digel Şêx Abdulqadirî Nehrî û Îsmaîl Axayê Sîmoyê Şikak re jî hebû.
Şêx Evdisselam di sala 1907’an de li gundê Brîfkan û li mala Serokê Tekkeyê Qediri yê Şêx Nur Muhammed Brîfkaniyê civînekî girîng lidarxist. Di vê civînê de gelek Serokên Eşîrê Kurdan amade bûn û ji rêveberiya Stenbolê re ji bo daxwazên Kurdan telgrafek şiyandin.
Daxwazên Şêx Evdisselam Barzanî û Serokên Eşîrê Kurdan
1- Li herêmên Kurdistanê pejirandina zimanê perwerdehiyê
2- Ji bo perwerdehiyê zimanê pêjirandina zimanê Kurdî
3- Şartê zimanê Kurdî ji bo Qeymeqam, Gerînendeyên Nahiyeyê û karmendên li Kurdistanê .
4- Ji ber ku dînê dewletê Îslame, hukm dayînê dadgehan jî divê li ser esasên şerîatî bibe
5- Bac dayîn (vergi) wekê berê ye. Lê divê bacên ku ji Kurdan tên stendin ji bo xizmetguzariyê rê û dibistanan bidine xerckirinê
Piştî daxwazên Şêx Evdisselam Barzanî Dewlata Osmanî aciz dibe û artêşên xwe dişîne li ser herêmên Barzan û şerên dûr û dirêj li vê herêmê destpê dike.
Şêx Evdisselam Barzanî piştî şerên dûr û dirêj di sala 1913’an de li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Urmiyeyê dîl hatiye girtin û di 14’ê Berfanbara sala 1914’an de ji aliyê biryara Waliyê Misulê Süleyman Nazîfê ve li Misulê bi rêya deliqandinê hatiye şehîd kirin.