Polîtîk
Ji bo şeredariya Cizîrê jî qayum hate tayîn kirin
Serokê şeredariya Cizîrê Mehmet Zirig ji kar hate dûrxistin û dewsa wî de qayum hate tayin kirin.
Vê sibehê zû polisa derêdora avahiya şeredariya Cizîrê girtin û beşek polis ji bo agahdariya fermî radestî serokê şeredariya Cizîrê bikin çûn mala wî û jêre dan zanîn ku dewsa wî de qayum hatiye tayîn kirin. Dema polis çuyîn mala Zirig ew ne li malbû agahdariya fermî dan muxtarê taxê.
Polisa û hêzên asayîşê hemû rêyên diçin avahiya şeredariyê kirin di bin kontrolê de û qeymeqamê Cizîrê erka serokê şeredariyê wergirt.