Her insanek xwediyê bîr û baweriyekiye. Herkes li gora xwe îdeolojiyekî diparêze. Lê dema mirov li bakurê Kurdistanê rewşa Kurda , siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên kurd şirove dike hinek tişt têne guhertin. Taybetî ew kesayetên siyasetê dikin ku xwe wek pêşkêşên civatê dibînin dema dibin dîlê îdeolojiyekî ku zerera miletê wî lêhebe rewş gelekî tê guhertin û divê mirov bi awayek din , belkî jî berûvacî pirsa binirxîne û rewşa van kesayetan şirove bike.
Ji berî her tiştekî em kurdin, di welatê xwe de miletek bindestin. Piraniya mafên me yên netewî hatine gasp kirin û em ne azadin. Îdeolojiya mê çibe, divê em berjewendiyên miletê xwe li ser her tiştekîre bigrin û li gora wê jî siyasetê li ser bingehê xetek netewî rêve bibin. Bê guman divê civatek pir deng hebe, herkesek, her aliyek li gora bîrû baweriya xwe siyasetê bike û bibe xwedî helwest, bûyera li gora xwe binirxîne.
Lê dema mirov miletek bindestbe û tu mafên mirov yên netewî tunebe, zehmete ku li gora hinek îdeolojiyan tevbigere. Ji berî her tiştekî dema mirov bûyerekî binirxîne divê berê xwe bidê, berjewendiyên netewî. Nabe kurdek bibe dîlê îdeolojiyekî û li dijê berjewendiyên netewî tevbigere. Belkî jî ev kêşeyek herî mezin ya siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên kurdên bakurê Kurdistanêye.
Bûyerek di navbera du rojnemevanên kanalên televîzyonê de derbas bû. Nûçebêjê kanala televizyone FOX a Tirkî Fatih Portakal, di nûçeyek ya xwe de hukumet rexne kir û got: Roja 29ê Oktoberê de hukumetê rê da peşmerge da ku herin Kobanê û ji bo wan rewrismek kir. Hukumetê ji bo terorista rewrimek di roja cejna Cumhuriyetê de li darxist. Pêşmerge teroristin.
Rojnemevan Ahmet Hakan di kanala CNN Turk de bersiva Fatih Portakal da û got Pêşmerge ne teroistin. Pêşmerge hêzêk çekdar ya herêma Kurdistana Iraqê ye. Hakan got ku, Fatih Portakal ji cehaleta xwe pêşmergeyan wek terorist bi nav dike.
Fatih Portakal kesayetek Kemaliste û xwe wek çepek netewî dide nasandin û kanala televizyona Fox jî nêzîkî CHPê ye û li gora siyaseta CHPê weşanê dike û wek kanalek muxalefeta Erdogan tê naskirin.
Ahmet Hakan kesayetek îslamiye, rojnemevanekê bernameyên siyasî çêdike û kanala televizyona CNN Turk de kar dike. Hakan nêzikî hukumetê tê naskirin.
Niha di vê bûyerê de wek kurdek niştiman perwer divê helwesta mirov çibe? Ev gelekî girîng e. Eger mirov li gora berjewendiyên netewî di vê bûyerê de bibe xwedî helwest, Ahmet Hakan tiştek rast gotiye û reda Portakal kiriye.
Wek kurdekî gotina Portakal çikas ji mere tehl hatibe , ya Hakan jî ewkasî li me xweş hatiye.
Ev nimûneke gelek basît e . Lê gelek cara helwestên bûyerên basît de têne nîşandan rastiya mirov jî dertêxe holê.
Nûçe/Analiz
N. Firat