Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Wezîrê Qeterê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Şêx Abdulla Bin Nasir Bin Xelîfe Al Sanî Serok Wezîrê Qeterê, rûdan û pêşhatên dawî ya rewşa navçeyê guftûgo kirin.

Li civînê de yekem roja beşdarîkirina civîna grûpa serekî ya konferansa Asayîşa Munich li Qeter, Doha ya paytext, berî nîvroya îro sêşem 29.10.2019 birêz Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Serok Wezîrê Qeterê, her wiha peywendiyên Hewlêr û Bexda û peywendiyên Qeter li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, derfeta kar û veberhênerên Qeterî li Herêma Kurdistanê û çend pirsekî girîng yê her dû aliyan behs kirin.

Nerîna min :