Polîtîk

HAK-PARê serokek nû hilbijart lê kelandinek heye

Kongreya HAK-PARê ( Partiya Maf û Azadiyan) ya 8ê li Enqereya paytextê Tirkiye pêkhat.

Di vê kongreyê de partiyê serokek nû hilbijart. Latif Epozdemir bû serokê nû yê HAK-PARê.
Do kongreyê de 3 berbijêr ji bo serokatiya partiyê derketin û daxwaz kirin bibin serokê partiyê.

Di kobgreyê de serokê heyî Refîk Karakoç, cîgirê serokê partiyê Latîf Epozdemîr û endamê partiyê Necatî Bayram bûn kandîdatê serokatiya partiyê. Serok berê Refik Karakoç piştre xwe ji kandidatiyê vekişand . Hlbijartin di navbera du kandîdatan de çêbû.Di encam de Latif Epozdemir wek serokê nû yê HAK-PARê hate hilbijartin.

Serokê berê Refik Karakoç dixwest cardin bibe serokê partiyê. Lê ji serokê berê yê partiyê Kemal Burkay naxwesta Karakoç cardin bibe serok. Li gora hinek agahdariyên ku ketine destê me ji berî demekî Burkay gotiye Karakoç nabe tu carek din bibî kandidatê serokatiyê . Lê Karakoç ev daxwaza Burkay qebûl nekiriye û bû kandîdat.

Kemal Burkay pişgiriya Latif Epozdemir kiriye û di encam de daxwaza Burkay hatiye cih. Lê di nava partiyê de kelandinek heye. Helwesta Karakoç piştî kongreyê cihê meraqê ye. Ka gelo dê Karakoç dinava partiyê de bimîne yan dê xwe bide aliyekî ?

Mixabin hinek partiyên kurdî di bin weseyeta hinek kesayetan de ne û nikarin xwe jê xilas bikin. Ev wesayet nahêlin ki nirxên demokratik di nava partiyê de bi cih werin. Belkî jî ev babet pirsgirêkek herî mezin e di nava partiyên Kurdistanî de.

Back to top button