Cîhan

Ji bo şer xilas bibe, em amadene rêyên diplomasiyê bikarbînin

Serokê Îranê Mesûd Pazeşkiyan ragihand ku ew amade ne rêyên dîplomatîk bigerin da ku şerê bi DYA û Îsraîlê re bi dawî bikin. Hat îdîakirin ku peymanek demkî di navbera DYA û Îranê de derbarê cezayan û çalakiyên nukleerî de nêzîkî temambûnê ye.


Serokê Îranê Mesûd Pazeşkian di pêwendiya telefonî de bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re daxuyaniyên girîng dan. Pazeşkian diyar kir ku welatê wî ji bo çareseriyên dîplomatîk vekirî ye, di heman demê de tekez kir ku parastina mafên gelê Îranê pêşîniyek e.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Serokatiya Îranê ve hat weşandin, Pazeşkian bêbaweriyek kûr li hember DYA nîşan da. Pazeşkian, rêveberiya Washingtonê bi destpêkirina êrîşan li ser Îranê tawanbar kir dema ku hevdîtinên dualî berdewam dikirin, vê yekê wekî “xencerek li pişt Îranê” bi nav kir.

Ev pêwendiya telefonî piştî raporek girîng a ku ji hêla Axios ve hatî weşandin pêk hat. Raporta nûçeyan îdîa kir ku DYA û Îran nêzîkî lihevkirina li ser memorandumek yek rûpelî ne ku dê şer bi dawî bike. Tê îdiakirin ku li gorî peymanê, Îran dê li ser çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê razî bibe. Di berdêla vê de, DYA dê sizayên li ser Îranê rake. Her wiha hat îdiakirin ku alî dê sînorkirinên li ser derbasbûna ji Tengava Hurmuzê rakin.

Çavkaniyek herêmî ku ji CNN re axivî got ku tê payîn ku Îran bersiva xwe ya ji bo pêşniyara ku ji hêla DYA ve tê piştgirîkirin û armanc dike ku krîza li Rojavayê Asyayê bi dawî bike, roja Pêncşemê bi rêya navbeynkaran ji Washingtonê re bigihîne. Di raporê de hat destnîşankirin ku alî ji her demê bêtir nêzîkî lihevkirinek li ser çareseriyek berfireh bûne. Çavkaniyên dîplomatîk destnîşan kirin ku armanca danûstandinan ne tenê bidawîkirina krîza heyî ye, lê di heman demê de afirandina çarçoveyek nû ji bo danûstandinên navokî yên berfirehtir e.

Li gorî Axios, ku ji rayedarên Amerîkî û çavkaniyên nêzîkî pêvajoya danûstandinan vedibêje, têkiliyên dawî wekî pêşkeftina herî girîng ji destpêka pevçûnê ve hatine hesibandin. Lêbelê, hat tekez kirin ku hîn di navbera aliyan de lihevkirinek dawî nehatiye kirin û danûstandin di qonaxek krîtîk de berdewam dikin.

Back to top button