Civak

“AKPê li pêşe lê dixweyê rewş di berjewendiya CHPê de ye”

Nivîskarê rojnameya Hürriyet a Tirkî Abdulkadir Selvi, di nivîsa xwe de ku li ser rapirsîna GENAR a meha Nîsanê nirxandinek kir.Destnîşan kir ku “AKP ji bo cara yekem di demek dirêj de ji %35 derbas bûye,” û diyar kir ku faktorên derveyî di vê zêdebûnê de rolek taybet lîstine. Lêbelê, Selvi zêde kir, “ji ber zehmetiyên aborî û zehmetiyên ku ji ber operasyonên li dijî şaredariyan çêbûne, rewş niha di berjewendiya CHP de ye,” û bi balkişandina ser wê rastiyê ku hemwelatî kirîna kelupelên xwarinê de zehmetiya dibînin.

Rêjeyên dengên partiyan çi ne? Li gorî rapirsîna GENARê ku ji hêla Selvi ve hatiye ragihandin, AKP %35.3, CHP %30.5, Partiya DEM %9.5, MHP %8.7, Partiya İYİ %6, Partiya Zafer %2.9, Partiya Anahtar %2.2, Partiya Refah %2.1, TİP %1.1, BBP %0.7, Partiya Saadet %0.2 û yên din %0.8 dengan digirin.


%41.4 jî dixwazin Tirkiye li herêma xwe bibe hêzek navendî ya serbixwe. Di meha Adarê de, ev rêje %38.6 bû. Yên ku dibêjin ‘Divê Tirkiye bi cîhana Tirkî re tifaqekê çêbike’ bi %15.3 di rêza duyemîn de ne. Yên ku dibêjin ‘Divê Tirkiye bi cîhana Îslamî re tifaqek çêbike’ bi %14.4 di rêza sêyemîn de ne. Kesên ku dibêjin ‘Divê em bi DYA re hevpeymaniyekê çêbikin’ bi rêjeya 2% hinekî ji yên ku dibêjin ‘Divê em bi welatên Afrîkî re hevpeymaniyekê çêbikin’ bilindtir in.

Tirkiye di lîsteya welatên ku herî zêde ji şerê Îranê bandor bûne de di rêza duyemîn de ye.
Di rêza welatên ku herî zêde ji şerê Îranê bandor bûne de, Îran bi rêjeya 31.7% di rêza yekem de ye. Tirkiye bi rêjeya 14.2% di rêza duyemîn de ye. Piştî Tirkiyeyê Îsraîl û welatên Ereb tên.

Back to top button