Li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Adil Abdulmehdî siyasetmedar û serkirdeyê Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Bexdayê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa çareseriyên ji bo yek alî kirina kêşeyan kirin. Her dû alî ji bo çareseriya giriftan tekez li ser diyalog û hevdû têgihîştina di navbera aliyan kirin.Li beşekî dinê civînê de tîşk xistin li ser rewşa emnî û amadekariyên operasyona azadkirina Musil û li vî derbarî de hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraq û hevpeymanan bilind nirxandin.
Pêş
29/07/2026
Heşdî Şebî: Baregehên me bûn armanca êrîşên Amerika û Erebistana Siûdî ..!
27/07/2026
Deriyê Nisêbînê vedibe
Têkildar
Balkêş e ?
Close


