Kesayetiya Êzdî Seîd Şingalî dibêje mana PKK li Şingalê bi pilana Malikî û Îranê ye, ku ew pilan bi hevre danîne bo têkdana rewşa Şingalê û Bexda mehane 400 dolarî dide çekdarên PKKê tenê bo têkdana rewşê.Seîd Şingalî ji malpera KDP.info re ragihand: “Mana PKK li Şingalê ne tenê li ser asta PKKê ye û pilanekî Malikî û Îranê ye ku pêkve ew pilan danîne bo têkdana rewşa Şingalê û dixwazin bi wê pilanê pirsgirêkê têxin navbera Misilman û Êzdiyan, lê ew pilan naçe serî û Misilman û Êzdî bira ne û dive di demeke nêzîk de PKK ji Şingalê derkeve.”Şingalî wiha got: “Mixabin ew aliyê ku xwe wek Kurd dide xuyakirin bûne destek bo têkdana rewşa xelkê Şingalê. Malikî mehane 400 dolaran dide çekdarên PKKê bo têkdana rewşa Şingalê û ji dema ku Şingal rizgar bûye û heta niha ew dibêjin em bi fermana Bexda li Şingalê ne û em ji Şingalê venakişin û niha roj bi roj hejmara çekdarên xwe zêde dikin.”
Pêş
29/07/2026
Mesrûr Barzanî û Mihemed Tirko civiyan.. Tekezî li ser hevkariya hevbeş hate kirin
29/07/2026
Wezîrê Perwerdeya Sûriyê ji bo beşdariya Korbenda Perwerdeyê gihîşt Hewlêrê
Têkildar
Balkêş e ?
Close


