Alozî di navbera Tirkiye û Iraqê de kûr dibe
Wezereta Derve ya Iraqê bangî balyozê Tirkiye yê Iraqê Faruk Kaymakçi kir û hişyariyek tund da Tirkiye.Wezereta derve ya Iraqê ji ber helwest û gotarên serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan û herweha ji ber hebûna artêşê Tirkiye li devera Başîka ev hişyariya tund da Tirkiye.Tirkiye dibêje dê artêşê me li Başîka bimîne. Ev bi biryara Iraqê bûye. Niha nabê bêjin derkevin û em ji Başîka xwe bidin aliyekî.Amerika di vê derbarê de dibêje, her hêzek biyanî li Iraqê bimînê dive izna hukumeta Iraqê hebe û bi rizamendiya Iraqê be.Di vê derbarê de daxûyaniyên gelek tund ji aliyê serokkomarê Tirkiye ve hatin dayin û serokwezîrê Iraqê jî bersiva Erdogan da.Li ser vê yekê rewş aloz bûye û Tirkiye hêzêk xwe li sinorê Iraqê cih kiriye. Tê gotin Iraq jî xwe amade dike ku hêzek xwe rêbike devera Başîka.