Endamekî Encumena Serkirdatiya PDKê dibêje Herêma Kurdistanê bi merc rê da artêşa Iraqê ku axa Herêma Kurdistanê di şerê Mûsilê de bikar bîne, herwiha Hewlêr û Bexda lihev kirine ku Hêzên Pêşmerge ji navçeyên rizgarkirî venekişin.Elî Ewnî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew hêza Iraqî ya ku hatiye Herêma Kurdistanê li sînorê Başûrê Kurdistanê nemaye û jê derbas bûye.”Ewnî wiha got: “Di civîna vê dawiyê ya serokatiya Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hinek rêkeftin hatine kirin ku Bexda razî bûye Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venekişe û li wan navçeyan bimîne, ku li hember de jî Herêma Kurdistanê rê dide Artêşa Iraqê ku axa Kurdistanê bikar bîne bo şerê Mûsilê.”
Pêş
31/10/2026
Ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê pirtûkeke nû ya zimanê Kurdî
30/10/2026
Rewşa Partiya Nû di encam rapirsîna 3 Dezgehên Rapirsî nê de çiye?
Balkêş e ?
Close


