Li Almanya bajarê Hamburgê Weqfa Korber civînek li darxist.Babetê civînê “ Kurd ber bi avakirina dewleta xwe ve diçin?“Di civînê de ji Kurdistana Başûr berpirsê pêwendiyên derve yê PDKê Hêmin Hewramî û ji Tirkiye parlementerê berê yê CHPê û pisporê pêwendiyên navnetewî nivîskar Aykan Erdemir amade bûn û axavtin kirin.Di civînê de li ser şerê pêşmergeyan li dijê DAÎŞê hate sekinandin û herweha gotubêja ku , ka gelo kurd ber bi avakirina dewletek kurdî ve diçin yan na gelek berfireh hate kirin.Hewramî di axavtina xwe de bal kişand li ser pêwistiya dewletek kurdî û got: Tekoşîna hêzên pêşmerge li dijê DAÎŞê didin hêviya istikrarê û demokrasiyê li herêmê bi hêz kiriye. Pêşmerge li herêmê bûye heviyek. Di dewletek Kurdistanî ya serbixwe de ev rolê hê bi hêztir çêdibe.Hewramî li ser vê bingehê avakirina dewletek Kurdistanî behsa giringiya ku miletek divê carenûsê xwe bi destê xwe binivîse kir û got: Kurd vê yekê dixwazin.Îro li tevahiya cîhanê giringiya dewletek Kurdistanî li herêmê de, di rojevê de ye û gelek pişgiriyek bi hêz jî di qada navnetewî de ji bo vê heye.Di vê derbarê de hinek welat lêkolînên gelek girîng çêdikin.
Pêş
05/07/2025
Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
Balkêş e ?
Close