Ji bo guhertina destûrê dengdanê dest pê kir
Li Tirkiye û Kurdisanê vê sibê ji bo referandumê deng dan dest pê kiriye. Di referandumê de 49 milyon 446 hezar û 269 kesan mafê dengdanê hene. Dengdan li bajaran Kurdan di navbera demjimêr 07.00 û 16.00-ê de çêdibe û li bajarên Tirkan jî di navbera demjimêr 08.00 û 17.00 ê de pêktê.
Berpirsên ku li ser sendoqane sond xwarin ku di bin bandora kesekî de nemînin û duristî bi awayek qanûnî karê xwe bikin. Li hinek bajaran wek Çolemergê û Batmanê bi tuhmeta ku tehdîtkirina xelkê ku ji bo dengên xwe nedin hinek kes hatin binçavkirin.
Di dema dengdanê de, bi tu awayî nabê ku li ser encam û rewşa referandumê û dengdanê şirove bêne kirin û nûçe belav bibin. Di navbera demjimêr 18.00 û 21.00-ê de tenê dezgeha hilbijartina ya bilind dikarê di derbarê encamên referandumê de agahdariyê bide û daxûyaniya belav bike. Piştî demjimêr 21-ê qedexekirin bi temamî radibe û hêdî dezgehên medya û herkesek dikare bi azadî encama belav bikin rewşê binirxînin.