Cîhan

Salê milyonek insan xwe dikuje

WHO di derbarê xwekujiyê de bal kişand  û daxwaz kir, ku ev dîyardeya han bihê rawestandin û heger ev pîkol nehê kirin, dê ev rêjeya han jî zêdetir bibe.
WHO da xuyakirin, ku heger ev nexweşîya xeter nehê çareserkirin, dibe ji niha ve û heta sala 2020 salane yek milliyon û 500.000 mirov xwe bikujin.

Li gora vê nûçeya rojnameya Elmusteqbel a Libnanî, reporta WHO ya di vê derbarê de daye nîşandan, ku piranîya van xwekujan xelkên Rûsiya, Çînê û dewletên Skandinaviya ne.

Belê vê reportê weha jî daye nîşandan, ku li Amerîka, Meksîko, Îtaliya û Spaniya jî xwekuj zêde bûne. Di reporta WHO de behsa Misirê jî hatiye kirin û ew yekemîn welatê rojhilata navîn e yê ku ev dîyardeya han lê heye.

Back to top button