Ger gel bêje ERÊ çi diguhere
Tirkiye, sibê di salvegera derbeya 12ê Îlonê yê 1980 ê de, bi mebesta dengdana guherîna destûra bingehîn diçe ser sindoqan.
Li gorî berhevkirinên AKnewsê, ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve, derbarî sererastkirinên destûra bingehîn de heta îro 5 car referandûm hatine lidarxistin.
Referandûma yekemîn, 9ê tîrmehê 1961ê, ya duyem jî 7ê sermawezê 1982ê, sêyem 6ê îlona 1987ê, çarem 25ê îlonê 1988ê, ya pêncem jî 21ê cotmehê 2007ê hate lidarxistin.
li gorî qeydên Desteya Hilbijartina Bilind (YSK), di referandûma sibê de, 49 milyon û 446 hezar û 269 hilbijêr, di 151 hezar û 546 sindoqan de dengêh xwe dê bikar bînin.
Pakêta guherîna destûra bingehîna ku 12ê îlonê dikeve dengdana gel, di Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de (TBMM) bi dengên 336 parlamenteran hate qebûlkirin. Pakêt, di rêveberiya dewletê de guherînên girîng tîne.
Ger di referandûmê de ‘erê’ derkeve, di jiyana welatiyên Tirkiyeyê de bi kurtasî ev tişt dê biguherin:
– Derveyî ‘rewşa şer’ kesên sivîl di dadgehên leşkerî de nayên darizandin.
– Dadgeha Destûra Bingehîn û Desteya Bilinda Dozger û Dadweran (HSYK), di aliyê hejmara endaman, raye û demê de ji nû ve tê sazkirin.
– Agahiyên derbarî kesan tên parastin.
– Serdana Takekesî ya bo Dadgeha Destûra Bingehîn tê nasîn.
– Dadgeh, derveyî şeklê li ser biryarên rêveberiyê nikarin venêrînê bikin.
– Derbarî cezayên disîplînê ku bo erkdarên sivîl û leşkerên giştî û derbarî yên dozger û dadweran de rêya bervêdanê tê vekirin.
– Serokê Parlamentoyê, Sererkanê Giştî û fermandarên hêzan jî, derbarê sûcên xwe yên bi erkên xwe ve girêdayî di Dîwana Giştî de tên darizandin.
– Yên Derbeya 12ê Îlonê kirine dê bêne darizandin.
– Bergiriyên ku derbarî wekheviya jin û mêr, zarok û extiyaran de tên girtin, li dijî prensîba wekhevî ya destûra bingehîn dê neyên şîrovekirin.
– Derketina derveyî welêt, tenê bi biryara dadgehê û ji ber lêpirsînê dê bête asteng kirin.
– Dewlet, li hemberî hemû îstîsmaran, dê bergiriyên parastinê bo zarokan bigre.
– Di heman beşên kar de, kesek dikare bibe endamê gelek sendîkayan.
– Bo memûran û erkdarên dewletê, mafê pevreçêkirina soznameya giştî dê bêt çêkirin.
– Qedexeyên pêşî greva siyasî, lokavt, dagirkirina kargehan, kar hêdîkirin û berhem kêmkirinê û derbarî berxwedanên dîtir de tên rakirin.
– Dezgeya Venêrina Giştî (Ombudsmanî) tê sazkirin.
– Kirariya wek daxistina parlamentertiyê tê rakirin.
– Derbarî biryarên Şûraya Leşkeriya Bilind (YAŞ) de rêya darazê tê vekirin.
– Konseya Aborî û Sosyal dikeve çarçoveya Destûra Bingehîn.
Hatina heta vê derê çawa çêbû?
Partiya Dad û Pêşvebirinê (AK Partî) derbarî guherina destûra bingehina 12ê îlonê de pakêt anî Parlamentoyê û li wê derê bû sedema rûniştinên dijwar. Li gel hemû dijîderketinên muxalefetê pakêt hate qebûlkirin û ji hêla Serokomar Abdullah Gül ve hate pejirandin.
Li ser vê partiya muxalefeta sereke CHP, derbarî betalkirina guherînan û rawestandina bikaranînê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
Dadgeha Destûra Bingehîn dozê qebûl kir û tenê du bendan de guherîn kir û rêya referandûmê misoger kir.
AKnews