Erdogan xencerekî li dilê generala dide

Kovara Ingilîzî The Economist li ser referanduma ku sibe çêbibe nirxandinek belav kir. The Economist li bajarê Diyarbekirê li gel hinek kesayetên ku di 12-ê îlona 1980-ê hatin girtin hevdîtin kirine . Van kesayetan ji The Economist re behsa zil û zordariya generalên 12-ê Îlonê kirine û dixwazin di referandumê de bersiva generalan piştî 30 salan bidin.

Li gora Kovara The Economist, dide xuyakirin ku, eger di referandumê de erê derkevê, wê mertalên li ber generalan rabê û dê ew bêne darizandin. Herweha li gora The Economist dide xuyakirin ku, Serokwezîrê Tirkiye Erdogan bi vê referandumê û guhertinên çêbibe dixwaze xencerekî bêxe di dilê generalên 12-ê îlonê de. Lê kesên ku dixwazin erê dernekevê, dibêjin ku Erdogan dixwaze dewleta laîk têk bide.

The Economist, di nirxandina xwe de behsa serdana Erdogan ya Diyarbekirê jî dike û dibêje: “ Dema  Erdogan  serdana paytextê kurda (yê ne fermî) Diyarbekir kirî, soza çêkirina destûrek nû da û ev tiştek bû ku kurd hêviyê bûn. Lê BDP-ê biryara boykot kirina referandumê daye û PKK pişgiriya wa dike.“

Nerîna min :