Polîtîk
CHP ji bo aloziyê talîmat da
Serokê CHP-ê yê bajara Îstenbolê Berhan Şîmşek ji bo refaranduma sibehî talîmata şer û pevçûnê da.
Berhan Şîmşek li navçeya İstenbol Bayrampaşayê di salona dawetekî de daxwaz ji partîzanên CHP-ê kir û got : Divê hemî CHPîyan xwedî sendoqan derkevin.
Şîmşek wiha berdewam kir : Tenê çepikan lênexin, derkevin derva û bixebitin. Nabêjin ku ez ne xebatkarê fermî me û di goşeyekî de nesekinin. Li ser sendoqan xebatkar bibin yan nebin divê çavên hemî CHPîyan vekirî bibe. Heger pêwîst bibe şer bikin. Ma mirov li şevekî qereqolê de bimîne çi dibe ? Ez bi demên dirêj li qereqolan mam. Ez wek hevalek ji we dexwaz dikim ji şer û pevçûnê jî dûr neçin.