Civak

ji bo guhdariya muzîka kurdî dikira hate kuştin

Bariş Çakan ciwanek kurd e ji bajarê Agiriyê ye. Temenî wî 20 salû bû.  Şevîdin demjimêr 22.30 li Etimesgut a Enqere ji bo guhdida mûzîka kurdî ji aliyê 3 kesên nijadperet ve hate kuştin.

Li gora agahdariyên malbata Çakan dayîn, Bariş li gel hinek hevalên xwe diçing parqê û guh dide muzîka kurdî. Lê ji bo vê yekê dibe armanca êrîşa 3 ciwanên Tirkên nijad perest. Bariş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide. Kesên êrîşn Bariş kirîn , yek ji bajarê Tokat, yek ji bajarê Kirakkale û yê din jî ji bajarê Yozgatê ye.

Hersê kujer hatine girtin. Termê Bariş îro radestî axê dikin.

Gelek nirxandin li ser vê bûyerê têne kirin. Ev ne cara yekeme ciwanek kurd li Tirkiye ji bo guh dide mûzika kurdî, yan jî ji bo kurdî diaxive , yan jî tenê ji bo kurd e tê kuştin. Ev yek mînaqek ya nijadperestiya Tirk e.

Back to top button