Civak

Ji bo generalên ji doza 28ê Sibatê hatîn girtin biryara berdanê!

Erdogan cezayê generalên ku di doza 28ê Sibatê de hatibûn cezakirin rakir û ew azad kirin. Generalên wek Çevîk Bîr, Çetîn Dogan, Erol Ozkasnak, Fevzî Turkerî û Yildirim Turk di doza 28 Sibatê de hatibûn cezakirin.

Biryar li ser raporên Tiba Edlî(Pizijkan  ji bo tenduristiyê)yên generalan ên ‘nexweşiya domdar’ û ‘demansa’ hat dayîn. Li gorî biryarê dê general ji girtîgehê derkevin.

Li gorî biryara bi îmzeya Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin Ahmet Çorekçî, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Çetîn Dogan, Çetîn Saner, Çevîk Bîr, Erol Ozkasnak, Fevzî Turkerî, Hakkî Kilinç, Îdrîs. Îlhan Kiliç cezayên Kenan Deniz, Vural Avar û Yildirim Turker hatin rakirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button