Polîtîk

Doza Kobanê:Demirtaş 42 Yuksekdag 30 sal ceza wergirt

Dadgeha  hevserokên bere yên HDPê ya Selahattin Demirtaş û Figen Yiksekdag ku bi navê Doza Kobanê dihat naskirin dawî bû. Ji bo vê dozê dadgeh 83 cara civiya û civîna 83 ê yem de biryara xwe da. Di vê dozê de 108 kes dihatin darizandin.

Ev kes ji bo bûyerên 6-8ê Oktobir a 2014ê qewimîn dihatin darizandin. Kesên ku dihatin darizandin hinek di girtîgehan de bûn û hinek jî derve  bûn.

Dadgehê runiştina dawî de biryara xwe da. Dadgeha Enqere, biryar da ku Selahattin Demirtaş ku ji 47 sûcên cuda dihat darizandin, bi giştî 42 sal û ji Figen Yuksekdag re jî 30 sal ceza wergirtin.

Dadgehê ji bo 24 kesên ku tên darizandin bi giştî 407 sal û 7 meh ceza birî. Di dozê de bi giştî 5 berdan, 12 beraat û 13 jî biryara binçavkirinê hat dayîn, dosyayên 72 kesên firar jî hatin cudakirin.

Ahmet Turk bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” 10 sal ceza girt.Alp Altinsoy 22 sal ceza girt. Gultan Kişanak a ku nêzî 8 sal in di girtîgehê de ye û 6 meh berê maweya girtina wê temam bû, ji ber sûcê “endamtiya rêxistina terorê” 12 sal cezayê hepsê lê hat birîn, lê ji bo dema ku di hepsêde mabû hate berdan.  

Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” 12 sal cezayê girtîgehê li Sebahat Tuncel birî; Ji ber heman sûcî 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Ayla Akat Ata birî û biryara berdana her duyan da.

Biryar hat dayîn ku Alîkarê Serokê Meclisa Mezin ê Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Aysel Tugluk ên ku bêyî girtî bên darizandin û bersûcên din ên girîng ên dozê Altan Tan û Ayhan Bîlgen ji hemû sûcan hatin azadkirin û biryara beraata wan hat dayîn.

Navê hemû kesên ku di dozê de beraat kirin ev in: Altan Tan, Ayhan Bîlgen, Aysel Tugluk, Bîrcan Yorulmaz, Gulser Yildirim, Îbrahîm Bînîcî, Sirri Sureyya Onder, Can Memiş, Gulfer Akkaya, Berfîn Ozgû Akûsebelîzîn, Berfîn Ozgû, Emine Beyza Üstün û  Sibel Akdeniz.

Piştî 10 salan ceza hat dayîn

Di Doza Kobanî de 108 kesên ku di nav wan de Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene, ji ber xwepêşandan û çalakiyên ku piştî êrişa DAIŞê di 6-8ê Cotmeha 2014an de li gelek parêzgehan hatin lidarxistin, hatin dadgehkirin. 108 kesên navborî ji ber 29 tawanên cuda hatin darizandin. Vê doze 10 salan dewam kir.

Doza Kobanê Çibû:

Di rojên Cotmeha 2014ê de bi naga HDPê aligirên PKKê derketin kolana û li 35 parêzgehan xwepêşandan kirin û gelek cih û avahî hatin şewitandin û xirabkirin û di van xwepêşandanan de,37 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan bi sedan kes birindar bûn. Di nav kuştî û birîndaran de polis jî hebûn.

Back to top button