Polîtîk

Ji bo Fransa parastina aramiya Kurdistanê girînge!

Roja pênçşem 16.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Fransa li Hewlêr kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê hatin nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser gef û egerên li ber proseya siyasiya Iraqê û aloziyên li asta navçeyî û navdewletî da.

Her li vê hevdîtinê de Konsolê Fransa li Hewlêr tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê girînge û xwazyarê berdewamîdana bi cengê Dijî Da’îş li gel hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqî û bi taybet hêzên Herêma Kurdistanê da ne.

Danustandina bîr û ramanên di derbarê gefa terorîstan û metirsiya bihêzbûna Da’îş li Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Back to top button