Li Swisre jin û mêrek misilman ji bo bibin hemwelatiyê vî welatî daxwaziya xwe gihandin hukumetê.Dema bo hemwelatiyê berpirsên şaradariya vî welatî bo gotubêjê bangî wan kirin û xwestin xêrhatina wan bikin, destê xwe bo baweriya xwe nedan berpirsên şeredariyê. Jinê merheba neda berpirsê zilam û mêrik jî destê xwe neda berpirsê jin.Vê helwesta jin û mêrê misilman bala berpirsa kişand. Piştî gotubêje , jin û mîr agahdar kirin ku, dawxwaza wan nehatiye pejirandin.Nehat diyar kirin ku ka ev jin û mêr eslê xwe ji kîjan welatî hatine Swisra. Lê ew îdia dikin ku, wan hemû merc bi cih anine û cardin berpirsên Swisrî hemwelatiya wan qebûl nekiriye.Ji berpirsêk şeredariya kantona Vaud li Swisre da xûyakirin ku, li gora destûra qantuna Vaud, beweriyên olî gelek miqades têne qebûl kirin û ew rêzek mezin li vê yekê digirin. Lê cewaziya bikeve di nava jin û mêr de li gora yasayên vî welatî nabe.Ji bo vê cewaziyê jî wan daxwaza jin û mêrê misilman ne pejirandine. Wek din bi hezaran misilman bûne hemwelatiyên Swisre û li wek gelek welatên pêşketî li vî welatî jî qanûn serdest e.
Pêş
23/07/2026
Deriyê Navbera Nisêbîn û Qamişlo destpêka sala 2027ê tê vekirin..!
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
DYA bi tundî êrîşê Îranê dike..!22/07/2026


