Ji bo çi PKK dijminetiya Barzaniya dike
Siyaseta ku PKK rêve dibe li ser dijitiya PDKê û Barzaniya hatiye avakirin. Di her bûyerekî de PKK Barzaniya tawanbar dike û vê yekê gelek vekirî di medya xwe de belav dike. Lê PKK û nivîskarên PKK û aligirên PKKê dema vê yekê dikin tu sedemekî nikarin bidin pêş.
Di rastiya siyaseta ku di qonaxa em têre derbas dibin de, yekemin aliyê li ser xetek netewî ji bo Kurdistanek serbixwe û her weha ji bo pêşeroja kurda û welatên wan siyasetê dike PDK û Barzanîne.
Bê guman gelek partî û aliyên siyasî hene ku li gel vê siyaseta PDKê ne û hinek alî jî wek partî û rêxistinên bi sere xwe jî doza serxwebûna Kurdistanê dikin. Lê mixabin di roja me de bê bandorin.
Di bingehê xwe de dema dijitiya Barzaniya tê kirin, dijîtiya destkeftiyên Kurdistanê û dijitiya pêşeroja kurda tê kirin.
Divê baş bê dîtin ku, dema mirov behsa PDKê dike ne hema çavek girtî yan jî bi korahî pişgiriya siyaseta PDKê dike. Gelek kîmasiyê PDKê jî hene her demî bi çerçova ehleqek siyasî de divê rexne bêne kirin.
Nabe mirov bi koratî pişgiriya PDK , Barzaniya yan jî aliyek din bike. Ew hevalbendiya bi korane ji ne dûristî yê tê pêş. Gelek caran hinek kes pişgiriyekî bi melaqî dikin. Di bingehê xwe de, ev cureyê hevalbendîyê zerera herî mezin dide PDKê û Barzaniya jî.
PDK xwedîyê rêbazekiye. Ev jî Rêbaza Barzaniye, dema PDK ji vê rêbazê derkeve û siyaseta PDK rêve bibe ne li gora vê rêbazê be dive bi tundî bête rexne kirin . Lê dema aligirên PDKê û kadroyên PDKê vê rêbaza pîroz baş tê negihin û cardin her tim behsê bikin, ew tê wateya ku gelek qelsin û xwe di bin nave vê rêbaza pîroz de vedişêrin. Ev yek dibe zererek mezin ji bo PDKê Barzaniya bi xwe jî.
Rêbaza Barzanî demana siyaseta rasteqînê û ev rêbaz berjewendiyên Kurdistanê li ser her tiştekîre digre .
Gelek cara PKK bi xwe jî van kesan yan jî aliyên bi melaqî siyasetê dikin dike sedem û êrîşê PDKê dike.
Dema rewşa siyasî ya Kurdistanê baş bê nirxandin du xetên siyasî di roja me de derdikevin hole.
Yek jî dijê dewletbuna Kurdaye. Naxwazin Kurdistanek serbixwe ava bibe û li dijê hemû nêrxên netewîne. Cihê ku bandora wan lê hebe Ala Kurdistanî û sembolên netewî qedexene. Li deverên di bin bandora wan de mafê siyaset kirinê nadin tu aliyek ku ne wek wan bin û ne girêdayê wan bin. Vê yekê gelek vekirî û eşkere dikin. Heta wek vê gave tu destkeftiyek netewî ji bo Kurda û Kurdistanê destnexistine.
Ji aliyek din siyasetek heye ku ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebite. Li ser xetek netewî siyasetê dike Sembolên Kurdistanî û Ala Kurdistanê nirxê netewî dibînin . Deverên di bin desthilatdariya wan de hemû aliyên siyasî hene, mafê siyasetkirinê ji bo herkesekîye.Ji bo destxistina mafên netewî yên kurda dixebitin û destkeftiyên heyî jî diparêzin.Niha dema mirov lê dinêre , di encamê vê siyasetê de gelek destkeftiyên girîng ji bo kurda û Kurdistanê hatine destxistin.
Siyasetmedar, rewşenbîr , nivîskar û kesayetên kurd dive dema tercihekî bike li gora van herdu xala terciha siyasî bike. Nabê hema bi koratî aliyekî bigre û tenê ji bo berjewendiyên kesayetî tevbigere.
Siyaseta rast ewe ku mirov siyaseta tê rêvebirin binirxîne û xeta netewî siyaseta ku pêşerojê de serxwebûna welatê xwe dike armanc, wek pîvanekî ya helwesta xwe deyne holê.
16.2.2019
Dara Bilek