PDKê û YNKê li ser projeya siyasî li hev kirin

PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di konferansa rojnamevaniyê ya hevbeş de li gel Berdevkê YNKê Seidî Pîre li ser encama civînê ragihand: “Bi hewldanên hemû aliyan piraniya pirsgirêkan hatine çareserkirin û îro jî ew beşa kêm jî ku mabû, hat çareserkirin û em gihiştin rêkeftinê. Hemû wan mijarên bi mijara pêkanîna hikûmetê, Serokatiya Herêmê û herwiha Kerkûkê ve girêdayî ne, dê bi rêkeftin werin yekalîkirin.”

Mehmûd Mihemed diyar kir: “Reşnivîsa ku hatiye amadekirin, sibe civîna polîtburoya YNKê heye û biryara dawî li ser didin. Em ji aliyê xwe ve weke PDK me bi dawî aniye, lê ew dixwazin bêhtir bişêwirin û piştre di merasîmekê de em dê wê rêkeftinê îmze bikin. Ev rêkeftina dualî ya navbera PDK û YNKê bibe mayeya xêr û başkirina her tiştên ku ji aliyê xelkê Kurdistanê ve giring in.”

Li ser mijara rêkeftina bi Tevgera Goranê re, Mehmûd Mihemed got: “Birayên me yên Goranê hêj gotûbêjkirina projeya hevbeş a navbera me temam nekirine, sibe dê were yekalîkirin ku çawa ye û bi çi şêwe ye.”

Berdevkê YNKê Seidî Pîre jî li ser rêkeftina derbarê Parêzgarê Kerkûkê de diyar kir: “Me li hev kir ku Parêzgarê Kerkûkê bi rêkeftin were danîn. Herwiha ji bo mijara Wezareta Dad biryar hatiye dayîn ku ev mijar ji aliyê Kak Mesûd Barzanî û YNKê ve were yekalîkirin.”

Li ser civîna Parlementoya Kurdistanê ku biryar e di 18ê mehê de birêve biçe, Seidî Pîre got: “Divê em saziyên xwe yên rewa çalak bikin û ti aliyekî ku ji civîna parlementoya nû xwe veşêre, baş nake. Lewma YNK beşdarî civîna 18ê mehê ya Parlementoya Kurdistanê dibe.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: