CîhanPolîtîk

Ji bo çi Kemalist şerê Davutoglu dikin

Li Tirkiye dema pirsa kurd tê rojêvê gelek nirxên siyasetmedar, rojnemevan û rewşenbîra tê guhertin. Li Tirkiye roja cumhuriyet hatî damezirandin heta niha Kemalist bi hemû awayî ji bo kurda ji navbibin ji holê rakin projeya çêdikin.Li Tirkiye Kemalizm nijadperstiye û faşîzme. Kêmasi ji bo gelê kurd ev yek welê ye. Kî çi çewe çirove bike ev rastî nayê guhertin. Partiya Niştiman a Tirkiye di serokatiya Dogu perinçek te partiyek Kemalist, nijadperest û “Nastional Sosyalist“ e,  yanî faşîst e. heta radeyekî ji MHPê faşîstir û nijadperestire.Di rojnama Aydinlikê de Kerem Yildirim makaleyek nivisandiye bahsa referanduma Kurdistana Başûr dike. Herweha di prosesa referandumê de behsa helwesta aliyên siyasî yê Tirkiye dike. Niviskar wezîrê berê yê derve û serokwezîrê berê Ahmet davutoglu bi dostaniya Kurda û Kurdistaniyê itham dike. Bê guman bi çavên çepên netewî siyasetmedarek erênî behsa kurda bike ew tawanê dike û bi tiştên xirab têne itham kirin.Herweha heman niviskar behsa helwesta rojnama KARAR ku nêzikî Davutogluye dike û wan wek pişgirê prosesa referandumê dide nîşandan û şerê wan dike.Ji berî demekî Erdogan hevdîtinek li gel Davutoglu kir û bi awayeki da xûyakirin ku li herêmê divê li siyaseta Davutoglu vegerin. Ev yek MHP, Partiya Niştiman kir nava tirsekî de. MHP nêzikî AKPê bûye lê şerê Ahmet Davutoglu dike. Bêguman Davutoglu bersiva serokê MHPê bi tundî da.Li vê derê pirs kurdin û siyaseta Tirkiye ya îro dijê kurdaye. Dixweyê Erdogan bi hinek tiştan hesiyaye , yan jî di pêvajoya poşmanbûyê de ye.

Back to top button