Nivîsar

Ji bo çi dijitiya nirxên Kurdistanê tê kirin

Endamê Komeleya tevgera Ciwanên Kurdistanê ya Silopî, Selahattin Sariboga li ser rewşa dawî ku hinek aliyên siyasî êrîşê nirx û destkeftiyên netewî yên Kurdistanê dikin daxuyaniyek belav kir.

Selahattin Sariboga di daxuyaniya xwe de bale dikşîne li ser girîngiya nirxên netewî û êrîşkirina van nirxan xûsarek mezin jib o tevgera azadixwaz a Kurdistanê dibîne.

Heweha Sariboga van êrîşan ne di xizmeta tevgera azadixwaz a Kurdistanê de dibîne û dibîje ev yek dibe xizmetek dijminên miletê Kurd re.

Di daxûyaniya xwe de sariboga dibêje: Destkevtiya herî mezin di dîroka Kurdistanê de Parlemento, Al û Hukumeta Kurdistana başûr e.

Yê ji hemû kurdan behtir yekitî û serxwebûna kurdan bi hemû hêz û viyana xwe jî dixwaze serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzaniye.

Piştî vê tesbîtê Selahattin saribaga dipirse:Gelo ma sedema dijitî û rexneyên ne merêz li dijî serok û hukumeta herêma Kurdistanê çîye?

Gelo armanc rizgarkirina Kurdistanêye? Yan beşê ku hatî azadkirincarek din biroxe û bikeve destê kedxwar û dijminên Kurdistanê de?

 

Rojevakurd/Silopî

Back to top button