Dosya

Ji bilî pêşmerge tu hêz nêzikî Kerkukê nabe

Parlamenterekî Iraqê dibêje, Kerkûk ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin û ti hêzek nikare li derveyî Pêşmerge kar bike, ji ber ku avakirina her hêzekê li derveyî Pêşmerge xeta sor e. Parlamanterê Iraqê li ser Kerkûkê, Emîr Ebdulkerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev demek e ku tê behskirin ku hêzeke taybet bi pêkhatên Kerkûkê bê avakirin, ku li derveyî Wezareta Pêşmerge be. Em xwedî ezmûn in ku her hêzek li derveyî Hêzên Pêşmerge kar kiribe, pirsgirêk çêkiriye bi taybetî li Kerkûkê ev yek çê dibe.” Emîr Ebdulkerîm wiha got: “Nabe hêza Heşdul Şeibî jibilî hinek naveçe mîna Hewîce, nêzîkî Kerkûkê bibin.” Ebdulkerî wiha domand: “Eger pêkhateyên Kerkûkê daxwaza avakirina hêzê dikin, ti pirsgirêk tune ye, lê divê di çarçoveya Hêzên Pêşmerge de be. Jibilî wê lewma avakirina her hêzekê li derveyî Pêşmerge xeta sor e.” 

Back to top button