Dosya

Ji Bexdayê du peyamên dilxweşker

Şandeya balaya referendûma Kurdistanê çend roje li Bexdayê ye û di nava van çend rojan de hijmareke civînan digel mezine berpirsên hikûmeta Îraqê û partiyên desthilatdar saz kirine.Li gor wan nûçyên di mediyayê de hatine belav kirin, piştî serdana şandeya balaya referndûmê bo Bexdayê û zelalkirina armancên referndûmê ji berpirsên Îraqê re, peyam û helwestên nerim ji Bexdayê tên xuyakirin. Helwesta Selîm Cibûrî serokê parlamentoya Îraqê (yê mezheb sune) dilxweşker bû. piştî civîna bi şanadeya balaya referndûma Kurdstanê re ji medyayê re got: Hûrmeta me ji biryara gelê Kurdistanê re heye. Parlamentoya Kurdistanê di vê pirsê de bêalî dibe û bi tu awayî parlamentoya Îraqê biyaran li dijî herêma Kurdistanê dernaxe.Peyama duyem jî helwesta Hadî Amirî serokê Heşda Şaibî û serokê leşkerê bedir (yê mezheb Şîye) bû. Piştî civîna bi şandeya referendûma Kurdistanê re, Amirî got ku Heşda Şaibê tu carî şarê Herêma Kurdistanê nake û şerê navbera Heşda Şaibî û pêşmerge mistehîl e.Ev her du helwestên her du berpirsên Îraqê, yek Sune û yê din jî Şîye, wan hemû got-gotik û dengoya red dikin ku eger referendûm bibe Îraqê dê êrîşî ser Kurdistanê bike.

Back to top button