Ji ber PKK gund vale dibin

Balafirên Tirkiyê ji ber binke û navendên PKKê li gundên sînorê Sîdekan wê deverê bombebaran dikin û herî dawî xelkê 4 gundan ji malê xwe bar kirine û daxwaz dikin ku PKK navendên xwe ji gundên wan dûr bikin û êdî nebe sedema kuştina xelkê sivîl.Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Karwan Kerîmxan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber agirê Tirkiyê û ji ber navendên PKKê li devera Sîdekanê xelkê Sîran, Xelîfan, Aleka û Goreşêrê reviyane ber bi gundên din ve.”Karwan Kerîmxan wiha got: “Balafirên Tirkiyê gellek ziyan gihandine rez û erd û milkên xelkê deverê û kavil kirine û ajelên wan kuştine, lewma xelk ji ber canê xwe newêrin li wir bimînin û bar dikin, herwiha daxwaz ji PKKê dikin ku navendên xwe ji gunda dûr bike da ku bi agirê wan û Tirkiyê neşewitin.”

Nerîna min :