CîhanDosyaPolîtîk

Barzanî dikare dewreke erênî bibîne

Enqere û welatên Rojava dixwazin Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ji bo dawîanîna pevçûnên navbera Tirkiye û PKK’ê navbeykarî bike. Barzanî jî ji bo vê yekê êrêkirin û garantiya Qendîlê pêwîst dizane. Mebûsên HDP’ê jî di wê baweriyê de ne ku Barzanî li heremê aktoreke sereke ye û eger navbeynkarî bike wê di çareseriyê de dewreke girîng bilîze.
 DYE û Rojava, dixwazin ev şerê navbera Tirkiye û PKK’ê ku bîlançoyek giran li ser herêmê peyda dike, bidawî be û ji ber vê yekê jî ketine pey avakirina şert û mercên vegera ser maseya aştiyê. Ji ber vê yekê Enqere û welatên Rojava dixwazin Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ji bo dawîanîna pevçûnên navbera Tirkiye û PKK’ê navbeykarî bike. Barzanî jî ji bo vê yekê êrêkirin û garantiya Qendîlê pêwîst dizane. Mebûsên HDP’ê jî di wê baweriyê de ne ku Barzanî li heremê aktoreke sereke ye û eger navbeynkarî bike wê di çareseriyê de dewreke girîng bilîze. Pispor di wê baweriyê de ne ku şerê li Bakûr îstîqrara herêmê û têkoşîna li hember DAIŞ’ê jî lewaz dike. Ji ber ku pevçûnên li herêmê, siyaseta wan ya Rojhilata Navîn ji nêzîk ve eleqedar dike, DYE û YE ji bo çareseriya pirsgirêkê bi riya diyalogê, bangawaziyê li herdu aliyan dikin û tê zanîn ku ji bo destpêkirina pêvajoya diyalogê li pişt perdeyê hevdîtin pêk tên. Meseleya ku rewşa herêmê ya siyasî û aborî têk dibe, dibe sedem ku raya giştî ya Rojava û dewletên ku di bin bandora pêvajoya şerî de bimînin, daxwaza çareseriyeke demildest dikin. Dengekî nizm yê vegera pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê hikumetê ve tê bilêvkirin, ji aliyê HDP’ê ve jî tê daxwazkirin. Parlementerên HDP’ê bawer dikin eger Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber şert û mercên taybet ên di navbera her du aliyan de, wekî aktorekî sereke rola navbeynkariyê pêk bîne, wê di navbera aliyan de careke din hevdîtin destpêbikin û alî vegerin ser maseya aştiyê.  Adem Geverî: Barzanî aktorekî xwedî bersîv e Parlementerê HDP’ê yê Wan’ê Adem Geverî bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku hem mutefîkê DYE’ê ye û hem jî aktorekî girîng yê Rojhilata Navîn e û wiha got: “Hevkariya Birêz Barzanî li gel AKP’ê nîşan dide ku bi awayekî suriştî ew aktorekî xwedî bersîv e.” Li aliyê din Geverî diyar kir ku ji ber pirsgirêka kurdan û metirsiya têkçûna pêşveçûnên demokratîk li dewletekê, DYE û YE nikarin çavê xwe li vê rastiyê bineqînin û ev çend dibin sedemê endîşeyên mezin. Herwiha weke kesayetiyekê daxilbûna Barzanî ji bo lêzêdekirineke erênî li ser pirsgirêka kurdan rastiyeke berbiçav e ku tê hîsskirin. “Hêvîdar in ku hewldanên dîplomatîk bi lez destpê bikin’ Geverî diyar kir ku ji aliyê DYE ve mudaxeleyek li ser demokrasiya Tirkiyê nikare bê kirin û DYE berê alîkar û avakarê derbeyên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bû: “Li Rojhilata Navîn pîvan guherîn. Ji bo demokrasiyê hêviyên mezin hene û li rexê din jî muxalefetên micid, kaos û şer pêk tên. Heneka vî karî nîn e. Bi her halî DYE bi mîzan tevdigere. Girêdayî vê çendê ji alîkariya teşebusa derbeyekê wêdetir yan bi rêbazên demokratîk yên Tirkiyê yan jî bi daxwaza ji aktorên siyasî, dê hewl bide ku hem hikûmeta AKP’ê hem jî Erdoğan ku sedemên krîza li Tirkiyê ne, biçewisîne.“ Li aliyê din jî Geverî, ragihand ku ew nîşaneyên vê çendê nêzîk de bibînin. Geverî diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê çendê de divê zêdetir muteşebbîs be û şiyana xwe ya navbeynkariyê baş pêk bîne û wiha got; “Em hêvî dikin ku ev têkiliyên dîplomatîk bi lez destpê bikin û di demek nêzîk de bibin wesîleya xilasbûna şerî.“ Ali Atalan: Em ê bi navbeynkariya Barzanî keyfxweş bibin. Parlementerê HDP’ê yê Batmanê Alî Atalan diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan ji rewşa heyî diyar e ku daxilbûna aliyekî sêyemîn ji derve, şert e. Herdu alî li hember hev gelek tûj in. Aliyekî sêyemîn teqez hewce ye. Dewletek dibe, lijneyek ji kesên xweser dibe. Atalan li ser rewşê û navbeynkariya Barzanî jî wiha axivî: “Em ê ji rola Barzanî ya navçîtiyê gelekî keyfxweş bibin. Em nikarin çavên xwe li pêpaskirina gelê kurdan, qetilkirina wan bineqînin. Xebatên birêz Barzanî yên derbarê vê mijarê de gelek girîng in.” ‘Divê hêzên Rojava û Başûr li ser xetekê bigihin hev’ Atalan balê dikêşîne ser krîza aborî ya li herêmê û dibêje ku ji ber şerê li hember DAIŞ’ê pişkek jî be rewş diheziqe. Ji bo ku tevgerên cîhadî yên wekî DAIŞ’ê bihêz nebin divê xirûcirên navbera kurdan de bên çareserkirin. Divê hêzên Rojava û Başûr li ser xetekê bigihin hev. Hem ji ber dijminên xwe hem jî ji bo pêşeroja miletê kurd divê bibin yek. Eşkere ye ku ev şer hem zerarê dide Tirkiyê hem jî dide kurdan. Zerara vê dikare bi milyon dolaran bê hisabkirin. Kêmbûna hecmê ticareta bi Başûr re, dê bibe sedemê pirsgirêkan. Barên ekonomîk dê bibin sedemê zeraran. Atalan destnîşan kir ku birêz Barzanî hem ji aliyê têkoşîna li hember DAIŞ’ê hem jî ji aliyê rewşa ekonomîk ve kesê herî guncav e ku divê rolekê bilîze. Lezgîn Botan: Barzanî giraniya xwe deyne wê çareserî pêk were Parlementerê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan ji bo jinûve destpêkirina pêvajoya çareseriyê hin hewldanên heyî û şiroveyên Serokvezîr Davutoğlu yên di vê çerçoveyê de dest nîşan kirin û bi awayekî teqez diyar kir ku ji rexê leşkerî ve çareseriyek pêk nayê. Botan wiha got: “Pêvajoya 40 salan ev nîşanî me da, me dît ku şer ne li menfaetê kesî ye. Vebijêrka dimîne jî tenê muzakere ye.” Botan derbarê rola Barzanî de wiha got: “Bi bo aştiyê rêyeke bêveger nîn e û min hêviya xwe nebirî ye. Eger RHK’ê û Barzanî giraniya pêşengiya xwe ya siyasî pêk bîne ez di wê baweriyê de me ku dê ev mesele çareser bibe. Herwiha yek ji sedemên krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê dijwarbûna şerê li Bakûr e. Di dawiyê de bazirganiya RHK-Tirkiyê ji vê zerarê dibîne. Mudaxeleya Barzanî dê rewşa ekonomiya Herêma Kurdistanê jî baştir bike.“ ‘Li Rojhilata Navîn ji kurdan çalaktir hêz nîn e’ Botan diyar kir ku şerên li Rojhilata Navîn bi kêrî DYE’yê nayên. Kurd li Rojhilata Navîn xwedî rolekî krîtîk in û êdî DYE kurdan wekî mutefîk dibîne. Ji xeynî kurdan tu hêzek nîn e ku bikaribe roleke mucid û çalak pêk bîne. Ji ber vê yekê hem Ewropa hem jî DYE kurdan wekî mutefîkên suriştî dibînin. Îran li hemberî kurdan bangawaziyê li tevgerên radîkal ên li Iraqê dike û ji bo parastina destkeftan diyaloga di navbera kurdan gelekî girîng e. Yekîtiya çarenûsa kurdan li hemû perçeyan li heman cihî digihije hev û divê kurd bi vê şîarê tevbigerin. Botan dibêje ku; parastina Parîs, Berlîn, Viyanayê ji Hewlêr, Kobanî û Hesekê derbas dibe. Cîjanê hêdî hêdî ev jî fahm kir. Eger kurd li hember van barbaran têk biçin û ew ew derbasî Ewropayê bibin em dizanin ew ê çi bikin. YPG, Peşmerge û Gerîla têkoşîna temamiya cîhanê pişt kiriye. Kurd ne xwediyên ekonomiyek mezin û çekên mezin in jî. Kurd ji ber baweriya bi nirxên mirovahiyê ditêkoşin. Li hember van çeteyan dewletan xwe ranegirtin. Di rewşeke ku mirov bêhêvî bûn kurd wekî xilaskeran têkoşîn û bedelek dan. Êdî pêdiviya cîhanê bi Kurdistana azad heye. Divê kurd jî li gor vê çendê polîtîkayan pêk bînin. Divê kurd ji bo vê enerjiyekê xerc bikin û mejiyê xwe biwestînin.

Mustafa Ergün/BasNûçe 
Back to top button