Polîtîk
Ji ber ku navê wê Kurdistane li tirkiye rastî zulmê tê

Kurdistan Zendî keçeke Kurdê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye ku şeş sal berê bavê wê ji ber sedemên siyasî welatê xwe bi cîh hişt û bi hêviya gihîştina Ewrûpa li tirkiye nîştecîh bûn.
Demekê berê Kurdistan Zendî li pêşbaziyeke navdewletî ya Kungfu de beşdarî kir û pêşbaziyê de bû yekemîn. Êdî ji ber ku navê wê li medya û ragihandinê de belav dibe, tirkiye ji ber navê wê keça werzîşvan ve ku navê wê Kurdstane, berdewam kêşe û giriftan ji bo wê çêdikin.