Polîtîk

Dîsa hêzên tirkiye agir berdan rêze çiyayên Cûdî û Bedlîsê

Ji ber operasyonên fermandeya hêzên Jendirmeyên tirkiye yên li bajarê Şirnexê roja 14ê temmûza îsal destpêkir, li encama topbarankirina çend pêgehek da agir berdan beşeke mezinê daristanên rêze çiyayên Cûdî.

Li gor zanyariyan heta niha agir nehatiye kontrol kirin û ji ber wê agirê gelek zevî û rezên xelkê navçeyê jî rastî ziyaneke mezin bûne.

Her wiha hêzên tirkiye li daristan, zevî û rezên beşek welatiyên Bakûrê Kurdistanê yên li gundên Xirntûs û Engesor ya Bedlîsa Bakûrê Kurdistanê jî dane ber agir û ziyaneke mezin gihandine xelkê deverê.

Wekî tê zanîn salane dewleta tirkiye daristan û zevî û rezên xelkên Bakûrê Kurdistanê dişewitîne û wiha dike ku xelkê deverê koçberî deverên din bike.

Back to top button