Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz der barê êrîşa ku avahiyek kirî armanc de daxuyanî da û tehdîd kir ku “Ehmed Şara wê bibîne ku balafirên Îsraîlê li ser wî bigerin.” Hat îdiakirin ku Îsraîlê êrîşî baregeha Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê kiriye.
Balafirên Îsraîlê demjimêr 13:45’an de avahiyek li herêma Masro Dûmmar kir hedef. Di çarçoveya êrîşê de 2 dengên teqînên dijwar hatin bihîstin û dûman ji avahiya armanckirî bilind bû.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê têkildarî êrîşê daxuyaniyek da. Wezîrê Parastinê Yisrael Katz ê ku nêrînên wî di daxuyaniyê de cih girt, gef li Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera xwar û got, “Şara wê bibîne ku balafirên Îsraîlê li ser wî bigerin û êrîşî hedefên terorîstan bikin.” Katz her wiha îdia kir ku “ewê rê nedin ku Sûriye ji bo Îsraîlê bibe xeter.”
Di nûçeya Kanal 14 a televizyona ku li Îsraîlê weşanê dike de hat îdiakirin ku di êrîşa hewayî ya ku Îsraîlê li ser Şamê kirî de navenda Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê hatiye armanckirin.