Nivîsar

Pêvajoya nû û aqlê Kurdan

Helbet sedem çi dibe bila bibe çekdanîna PKKê ji bo hemû perçeyên Kurdistanê gaveke erênî ye. Êdî wê Tirkîye nikaribe PKKê bike mene û êrîşî başûrê Kurdistanê bike.

Roger Çağer

‘‘Ji dawiya Şerê Duyemîn ê Cîhanê heya 1980yî hewl ji bo pêşxistina modela dewleta sosyal hatiye dayîn. Ji salên 1980yan heya niha jî polîtîkayên neolîberal tên sepandin. Ji dema 2008an vir de demeke kaotîk e ya ku di warê siyasî, aborî û civakî de her tişt serûbino bûye. Kesên bijarte yên kapîtalîzmê yên polîtîk û ekonomîk, mebest dikin ku krîzên ekonomîk û siyasî bi arava vegerandina li ser polîtîkayên neomerkantîlîst çareser bikin. Vê meriv dikare wek dema ‘Ji neolîberalîzmê derbasbûna neomerkantîlîzmê’ pênase bike. Di encamê de sîyaseta derveyî ya merkantîlîzmê siyaseteke mêtingar, fetihkar û êrîşkar e. Mebesta siyaseta navxweyî ya merkantîlîzmê jî pêkanîna dewleteke navendî û netewî ya bi hêz e. Bi vî awayî sîstema merkantîlîzmê ji aliyê ekonomîk ve muhafezakar û belavbûnxwaz e, ji aliyê siyasî ve jî mebest dike ku li welêt yekîtîya netewî pêk bîne’’.* Ji ber vê ye ku hêzên mezin dixwazin li gor berjewendiyên xwe dengeyên nû ava bikin. Loma li dinyayê pêvajoya guherînê dest pê kir. Dewletên mayî jî dixwazin di vê pêvajoya guherînê de xisarê nebînin, xwe biparêzin heta mimkin be fêdeyê jê bibînin. Ji ber vê yekê bayê guherînê xwe li ser polîtîqayên wan jî nîşan dide. Sedemên ‘Pêvajoya nû’ ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye jî ev guherîn û daxwaz in.

Her çi qas em li gor bûyerên ku diqewimin pêvajoyê wekî ‘nû’ pênase bikin jî, bingeha wan bûyeran berê hatiye danîn û em gav bi gav encaman dibînin. Lê dîsa jî di vê pêvajoya guherînê de garantîya tu tiştî tuneye û her tişt dikare biguhere. Ev guherîn dikare deriyê serwerîyê li netewên wekî me bindest jî veke. Lê ji bo wî aqil û sîyasetek netewî-demokratîk pêwîst e. Loma divê em berê xwe bidin aqil û têkoşîna aktor û kirdeyên siyasî yên neteweya Kurdistanê ku ka di vê pêvajoyê de çawa tevdigerin.

Li bakurê Kurdistanê piştî şerê 40 salan dewleta Tirk ji xeynî texrîbatên mezin ên fîzîkî texrîbatek pir mezin a hişmendî jî kir. Bi rêya siyaseta kêmnetewe yan jî bi rêxistina PKK bi mejiyê Kurdan lîst. Wer kir ku Kurd ji siyaseta netewî-demokratîk yanî ji armanca serwerîyê dûr bikevin. Bi hev re potansîyela têkoşîna aktor û kirdeyên siyasî yên netewa Kurdıstanê bela kirin. Hêzên Kurdistanî yan qedandin an jî guherandin û anîn asta ku ew dixwazin. Ev asta yekem bû û bi tesîra pêvajoya guherînê ya cîhanê jî asta yekem bi dawî bû. Niha bi hev re ji bo asta duyemîn dixebitin. Dixwazin êdî di qada legal de jî Kurdan bi temamî asîmîle û entegre bikin. Di vî warî de mixabin serkeftî ne jî. Ji ber ku niha li bakurê Kurdistanê daxwaza herî radîqal ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî. Ji xeynî îstîsnayan kes qala siyaseta netewî-demokratîk yanî siyasaseta dewletbûnê nake.

Li başûrê rojavayê Kurdistanê di sala 2011an de  ji bo Kurdan derfetek çê bû. Ciwanên Kurdan çend rêxistinên çekdarî jî ava kirin. PDK wan ciwanan û zêdetirê wan li başûrê Kurdistanê di bin navê Pêşmergeyên Roj de kom kir û perwerde kir. Pêşmergeyên Roj di şerê DAİŞê de jî şerekî qehremanî kirin. Lê careke din destûra wan nehat dayîn û venegeriyan başûrê rojavayê Kurdistanê. Loma meydan ji PYD re ma. Ew jî ji çar perçeyên Kurdistanê qadroyên xwe û ciwanan li xwe kom kir û bû desthilatdar. Bi Esad re li hev kir û emrê wî dirêj kir. Piştî çûna Esad li temamê Sûrîyeyê hêza herî mezin a leşkerî ya Kurdan e. Lê ew jî çûn, wekî ku ji roja ewil de jî dixwestin, bûn perçeyek Sûrîyeyê. Di peymana ku îmze kirine de cî nedane tu daxwazan. Em dikarin vê peymanê bi kurtasî bi çend xalan bi vî awayî binirxînin;

  1. Kurdan ne wekî netewe wekî civakeke ji rêzê, ne dîyar bi nav kirin.
  2. Ji Kurdên ku wekî civakeke ne dîyar hatine pênasekirin re tu mafên kollektîf nehatiye dîyarkirin. Ji ber vê yekê ji Kurdan re tu mafên ku xwe bi rêveberiyek federe heta bi rêveberiyek otonom bi rê ve bibin nehatiye dîyarkirin. Bi vî awayî hatiye tescîl û eşkerekirin ku hemû selahiyeta serwerîyê aîdî Komara Ereb a Sûrîyeyê ye.
  3. PYD bi vê peymanê qebûl û îlan kiriye ku başûrê rojavayê Kurdistanê axa Komara Ereb a Sûrîyeyê ye û Kurd civakek in ku bêyî xwediyê tu mafê serwerîyê bin di bin hîmayeya netewa Ereban de dijîn.
  4. Bi vî awayî PYD/YPG wekî kirdeyek siyasî û leşkerî ya Komara Ereb a Sûrîyeyê, erka parastina yekîtiya siyasî û welatê Komara Ereb a Sûrîyeyê li hember daxwazên statuyê ya Kurdan û nasnameyên çandî yên cuda ku mafên serwerîyê di nav xwe de bihewîne, bi dilxwazî qebûl kir. Ji xwe armanca PYDê ya ji dema demazrendina wî heta niha ew bû ku wekî temsîlkarê yekane ya Kurdên başûrê rojavayê Kurdistanê di rêvebirîya Komara Ereb a Sûrîyeyê de cî bigire.

 Ji xwe mirov nikare hêviya tu daxwazan ji wê peymanê bike. Ji ber ku ev peyman jî daxuyaniya Ocalan jî ne bi îradeya Kurdan derketin holê û berdewamîya hev in.

Partîyên rojhilatê Kurdistanê, ji bo ku Îran wan neke mene û êrîşî başûrê Kurdistanê neke, dev ji şerê çekdarî berdan. Kampên wan li başûrê Kurdistanê ne û xebatên xwe dikin. Wer xuyaye ku di demek nêz de bayê guherînê wê li Îranê bi hêztir xuya bike û ewê derfetek ji bo kurdên rojhilatê Kurdistanê peyda bike. Lê ez nizanim ewê vê derfetê çawa bi kar bînin. Li pêşiya wan mînakên başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê hene. Hêvîdar im heman şaşîyan nekin.

Başûrê Kurdistanê perçeya herî ‘azad’ e. Lê azadiya bê serwerî her tim di xeterîyê de ye. Her ku diçe Bexda çarçoveya vê azadiyê tengtir dike. Lê ew hîn jî bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûl in. Ew qas ku hilbijartinê çêdikin lê nikarin hikûmetek ava bikin. Sîyaseta YNKê siyasetek entegrasyonparêz e. Tu daxwazek wan a netewî tuneye. PDK doza rêvebirîyê li ser axa xwe dike lê nehatiye wê astê ku doza serwerîyê bike. Di heman demê de hew li berjewendîya perçeya xwe difikire û dikare perçeyên din biqe qurbana perçeya xwe û dike jî. Mînaka herî dawî jî ev pêvajoya nû ye.

Berî daxuyaniya Ocalan heyeta Îmraliyê çû başûrê Kurdistanê jî û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtinek kir. Brêz Nêçirvan Barzanî di Forûma Erbîlê ya Rûdaw e de qala hevdîtinê kir û piştgiriya xwe ragihand. Pêvajoyê wek proseyeke cidî nirxand û hêvî dikir ku hemû aliyên siyasî pêşwaziyê li banga Ocalan bikin. Piştî daxuyaniya Ocalan Serokê PDKê Brêz Mesûd Barzanî jî bi daxuyaniyekê kurt piştgiriya pêvajoyê kir. Helbet sedem çi dibe bila bibe çekdanîna PKKê ji bo hemû perçeyên Kurdistanê gaveke erênî ye. Êdî wê Tirkîye nikaribe PKKê bike mene û êrîşî başûrê Kurdistanê bike. Ev ji bo başûrê Kurdistanê gelek baş e. Lê ji niha û pê ve wê li bakurê Kurdistanê rewş çawa be?

Dîsa ji bo lihevkirina PYD û ENKS hevdîtin çêbûn. Brêz Mesûd Barzanî bi her du aliyan jî rûnişt û ji wan daxwaz kir ku bi hev re biçin Şamê û bi hikûmeta nû re bicivin. Hemû aliyan hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Di encam de PYD tenê çû û peyman îmze kir ku bibe beşek ji Sûrîyeyê.

Pêvajoya ku îro başûrê rojavayê Kurdistanê dijî, di 2003an de başûrê Kurdistanê jî jîya. Wê demê hikûmeta Iraqê tunebû û wekî hêza herî mezin kurd li ser maseyê bûn. Her çi qas wê demê xeletî kiribin û mafê veqetandinê ne xistibin destûrê jî (vê xeletîyê di Newroza 2017an de li Duhokê Brêz Mesûd Barzanî bi xwe tîne ziman) statûyek bi dest xistin. Yanî Brêz Mesûd Barzanî di vê mijarê de xwedî tecrûbe ye. Gelo li gel vê tecrûbeyê dîsa jî çima vê daxwazê ji wan kir? Îro em dibînin ku peymana ku di navbera PYD û hikûmeta Şamê de hate îmzekirin ne bê agahiya PDKê bûye. Brêz Mesûd û Brêz Nêçirvan Barzanî tiştê ku ji bo xwe qebûl nekirin çima ji bo bakurê Kurdistanê û başûrê rojavayê Kurdistanê qebûl dikin?

Ne daxuyaniya Ocalan, ne peymana di navbera PYD û Şamê de û ne jî hevdîtinên PDKê bi van aliyan re ne ji hev cuda ne. Tev hevdu temam dikin û xuyaye ku PDK jî vê rewşê qebûl kiriye. Di van şertan de di nav hemû perçeyan de yê ku fêdeyê ji vê pêvajoyê kiriye PDK xuyaye. Ji ber ku du perçeyên Kurdistanê wê êdî ji bo wî nebin pirsgirêk. Bakûrê Kurdistanê wê bibe karê navxweyî yê Tirkiyeyê û başûrê rojavayê Kurdistanê jî wê bibe karê navxweyî yê Sûrîyeyê. Ewê pirsgirêka PKKê jî ji holê rabe û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê bisekinin. Lê di eslê xwe de başûrê Kurdistanê pir tiştan wenda kir. Ji ber ku qedera hemû perçeyan bi hev re girêdayî ye û baş an jî nebaş bûyerek ku li perçeyek biqewime tesîrê li perçeyên din jî dike. Qelsbûna Kurdan di perçeyên din de xurtbûna dagirkeran e. Ger dagirkerek xurt bibe wê bi rehetî berê xwe bide perçeyên din jî. Loma belkî em îro nebînin lê ger rewş bi vî awayî berdewam bike wê başûrê Kurdistanê jî xisarên mezin bibîne. Ew azadiya ku niha bi dest xistiye wê têkeve xeterîyê.

Niha dema em di vê çarçoveyê de li mijarê binêrin,  ne aqlê Kurdan ne jî siyaseta netewî-demokratîk em li meydanê nabînin. Lê netewa Kurdistanê hew ji partiyên heyî pêk naye. Ger em bikaribin bi siyasetek netewî-demokratîk yanî bi armanca serwerîyê derkevin pêş netewa xwe, dikarin tesîrek bikin. Hîn wext heye û hêvî jî heye. Hêvîdar im berî ku bibe dereng em li vê rastiyê hay bibin.

12.03.2025

*M. Emîn Aslan – Veguherîna Neolîberalîzmê ya Ber bi Neomerkantîlîzmê – 28.05.2020

Back to top button