Cîhan

Israil rê nade ku Îran li Suriye bibe hêzêk leşkerî

Îsrail li Suriye êrîşê bingehên çekên rejimê û yên Hizbullah a Libnanî kir. Gelek caran ji devera Golanê roketa tavêjin nava axa Îsrail. Ev yek dibe sedem ku Îsrail jî êrîşa dibe ser deverên ku roket jê tên avêtin.Îsrail ji bo ewlehiya xwe, êrîşê bingehên rejima Esad û yên Hizbullahê li vî welatî dike. Ji berî demekî êrîşek li himber balefirxana Şamê çêbû. Lê kesekî bi fermi berpirsîyariya vê êrîşê negirt ser xwe.Wezîrê Îstixbarata Îsrail Yisrael Katz serdana xwe ya Amerika de da xuyakirin ku, ew êrîş ji aliyê Israil ve hatiye kirin.  Di vê derbarê de Yisrael Katz got: Hizbullah gelek cara çekên xwe vediguhêze, ew êrîş siyaseta Israil ya rê li guheztina çekên Hizbulla bigrêre digunce.Her dema ku agahdarî bighin me ku, Hizbullah çekan vediguhêze , emê lêbidin. Divê em heyîna Îranê ya ku bibe hêzêk leşkerî li Suriye asteng bikin.Ji aliyek din wezîrê bergiriya Îsrail Avigdor Lieberman ji bo civînekî ku Îran jî lê amade bibe li Moskovayê ye. Avigdor Lieberman da xuyakirin ku, Hizbullah dixwaze li devera Golan cih bibe û çêkên giran lê wê derê bi cih bike. Em bi tu awayî rê nadin vê yekê.

Back to top button