Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, Hewlêrê, pêşwazî li Yan Gambon cîgirê serokwezîrê Belçîkayê û şandeya pê re kir.Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr amadebû, şandeya mêvan hevahengî û hevkarîya navbera pêşmerge û pisporên arteşa Belçîkayê ku li Herêma Kurdistanê meşiq û rahînanê bi pêşmergeyê Kurdistanê dikin, bilind nirxand û piştgirya welatê xwe ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de nîşan da.Qurbanîdan û berxwedana xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ji koçber û penaberan ji pêkhateyên cudayên neteweyî û olî,  ji aliyê şandeya Belçîkayê ve bilind hatin nirxandin.Cîgirê serokwezîrê Belçîkayê got ku welatê wî dixwaze têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de xurtir û berfirehti bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên welatê Belçîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa rewşa Îraqê û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û diyar kir ku bi tenê di warê leşkerî de hevahengiyek baş di navbera pêşmerge û arteşa Îraqê de ye lê di warên din tu danûstandinên cidî çênebûne.Serowkezîrê Kurdistanê got ku, referendum mafek xwezayî yê xelkê Kurdistanê ye, lê di vî warî de divê diyalogek cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe û di vê çarçoveyê de civaka navdewletî jî dikare hevkariya herdu aliyan bike.Di dawiya civînê de, rêkeftinek di navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta Belçîkayê de hat îmza kirin.Weke tê zanîn, şandeyeke Belçîkayê bi serokatiya Yan Gambon cîgirê serokwezîrê Belçîkayê, roja 24.04.2017ê bi rêya balefirxaneya navdewletiya Hewlêrê hatiye Herêma Kurdistanê û li balefirxaneyê ji aliyê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazî kirin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: