Polîtîk

Hêdî qet PKK nabe hêzekî Kurdistanî

Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî dibêje, PKK di dema ku xelkê Kurdistanê dihatin kîmyabarankirin û enfalkirin, alîkarî ji rêjîmên Beis ên li Iraq û Sûriyê distend. Herwiha tekez dike ku êdî qet PKK nabe hêzekî Kurdistanî.Ebdulselam Berwarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em xwedî dîrokeke tal in ligel PKKê, ku ew dîrok vedigere beriya raperîna sala 1991. Eşkere ye ku xêra PDK û Serok Barzanî bi PKKê kirine ti kes û aliyekî ewqasî alîkariya wan nekiriye. Sala 1981 ku PKK hêj şer ranegihandibû, Serok Barzanî ez erikdar kirim û ji min re got partiyeke nû bi şêwaz û dirûşmên nû hatiye avakirin û divê em alîkariya wê bikin. Me ji aliyê çek û pereyan deriyê xwe ji PKKê re vekir. Wê demê PKK xwedî dirûşmên mezin bû li ser asta herçar perçeyên Kurdistanê.”Ebdulselam Berwarî Berwarî wiha got: “Mixabin her zû destê wan eşkere bû û ji dirûşmên xwe poşman bûn. Di dema ku me xebat dikir û xelkê me dihatin enfalkirin û kîmyabarankirin, wê demê PKK alîkarî ji Iraq û Îran û Sûriyê distend. Mixabin her ji rojên destpêkê yên raperîna Başûrê Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Kurdistanê, PKKê şer li dijî Herêma Kurdistanê ragihand.”Wî siyasetmedarê Kurd wiha domand: “Di her qonaxekê de ku em pêngavekê pêşve çûbin û çarenivîsa me pêşve çûbe, PKK herdem hewl daye ku pirsgirêkan ji mer re derxîne, ji ber ku ê wan ew her li cihê xwe bûne û qet pêş neketine. Li Rojavayê Kurdistanê siyaseta PKKê eşkere bû û diyar bû ku ew wek rêjîma Beis a Hafiz Esed in. Êdî navçeyên ku bi emanet ji Esed stendibûn li wan vedgerînin. Bi rastî êdî PKK qet nikare bibe partiyeke Kurdî û Kurdistanî. Li Bakurê Kurdistanê jî me dî çawa PKK pêvajoya aştiyê têk bir û çawa bajarên Kurdan wêran kir.” 

Back to top button