Encama referanduma li Tirkiye 16ê Nîsanê pêkhatî bi awayek fermi hate ragihandin.Serokê dezgehê bilind yê hilbijartinê Sadî Guven piştî civîna dezgehê bilind yê hilbijartinê di konferansek çapemenîyê de bi awayek fermî encama referandumê ragihand. Heta niha encamên heyî û li ser gengeşe dihatin kirin ne fermî bûn.Li gora daxûyaniya fermî encama referandumê:Rêjaya tevlîbûna dengdanê ji % 87.45 e.Di referandumê de 49.798. 855 kes çûne ser sendoqa dengê xwe dane.Ji van denga 48.936 604 deng hatine qebûl kirin .Ji dengan 682.251 nehatine qebûl kirin.ERÊ : 25.157.463 kesî gotiye Erê û rêjeya vê ji % 51.41 e.NA: 23.779.141 kesî gotiye Na û rêjeya vê ji % 48.59 e
Pêş
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
05/06/2026
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Îranê bersiva êrîşên DYA da..!03/06/2026


