Dosya

Îsraîl li şerê dijî Korona de çawa biserket

Îsraîl ku li gor hejmara nîştecihên xwe 9 milyon kesin, li rûbirûbûna şewba Korona Kovid-19 de bi awayeke fermî heta niha qedexeya hatin û çûnê nehatiye ragihandin.

Ji bo kesên ku bêkar dimînin, mûçe û maaşê bêkariyê hatiye girêdan.

Bernameyeke telefona destan afirandine ku çûn û hatina hemû welatiyên xwe dişopîne û eger di navbera 14 rojan de te serdana kesekî hilgirê Korona kiribe te hişyar dike û dixwaze tu serdana nexweşxaneyan bikî.

Wezîrê Tendirustiya Israîlê li rêya torên civakî hemû welatiyên xwe rojane agahdar dike û zanyariyên rojane pêşkêşî welatiyan dike. Çend test hatine kirin? çend gumanbar hene? li kuderê ne? Çend ji wan di nava karantinayê dane, van zanyariyan pêşkêşî dike.

Her wiha ew zanyariyên ku bi şaşî belavdibin û yan nerastin, yekser wan zanyariyan sererast dikin û pêşiya belavbûna wan tê girtin.

Li Îsraîl du nexşeyên xebatê hatine dirustkirin û li ser van nexşeyan rewşa wan kesên tûşbûyî û yên karantînekirî û yên başbûyî û cihê wan û zanyarî di derbarê wan de nîşandidin.

Li Îsraîlê heftane ji bo 5-6 hezar kesan testên Koronayê têne kirin. Armanca wan ewe ku heftane bikin 10.000 kesan.

Welatiyên Îsraîlê bi piya yan li nava otombêlên xwe de pişkînin û testê encam dide. Zanyarî li ser hemû kesên tûşbûyî didin û bi 3-4 zimanên biyanî zanyariyan pêşkêşî welatiyên xwe dikin.

Li çi welatekî can ji destdana kesek ji Koronayê pêkbê, Îsraîl wan welatiyên xwe yên ku di nava 14 rojan de serdana wî welatî kiribe, hemûyan dixe nava karantinayê.

Kesên ku pabendî rênimayiyên Wezareta Tendirustiyê nebin bi awayeke giran têne sizandan.
Îsraîl
Tuşbûyî 3.865
Çareserbûyî 89
Can ji destdan 13

Back to top button