
Beşa Hewalgiriya Serbaziya Îsraîl raporek belav kiriye ku li ser axa Iraqê çend rojeke din şer li navbera Îran û Amerika de rûdide.
Rapora ku “Wela” ya Îsraîlî belavkiriye û balê dikşîne li ser wê yekê ku ew zanyariyên ku Îran radigihîne di derbarê miriyan û pêketiyên şewba Koronayê ne rastin û hejmara rast pênç car ji wê hejmarê zêdetire.
Her wiha raporê de dibêje, kuştina Qasimê Silêmanî hevsengiyeke nû rexsand û lê belê hê jî kesê cihê wî girtiye negihiştiye asta Silêmanî. Li gel wê yekê jî Iraq bûye girîngtirîn qada karkirina Îranê.
Berdewamiya raporê de hatiye nivîsîn: Amerîka bîr û hizra vekişana ji Iraqê nake, lê belê çend rojên bê hejmara şer û pevçûnên li ser axa Iraqê li navbera Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Îranê rûdide.