Serok Barzanî: Serbixweyî ne xewne belku mafê Kurde û her pêktê
Serok Barzanî bersîva komek pirsiyarên kanala MBC da û Serok Barzanî li beşa duyema guftûgoyê da li çarçêweya Bernameya “Elsetrul Ewset” ya kanala MBC1 bersîva komek pirsiyaran da.
Serok Barzanî di derbarê destpêkirina Poll Brimer wekî hakimê medenî yê Iraqê û yekem civînê de got: Yekemcar li Koşka Serokayetiya Komar ya (rejîma berê) li gel wî civiyam. Got ez nûnerayetiya civaka navdewletî û Serokê Amerîka dikim, li gor biryara Encumena Asayîş, prose dagîrkeriye û pêwîste hemû pêve pabend bin. Niha jî pêşniyazên we bixin rû, lê belê merc nîne hemû tiştek ji we werbigrîn”.
Serok Barzanî balkişand li ser helwesta xwe û amadebuyan kir û got: “Min jî axaft û min got ez nûnerayetiya xwe dikim li vir û bi navê xwe dipeyvim. Ez nabime şêwirmendê hîç kesekê, baregeha min Hewlêre, eger tiştek ji te re pêwîst bû û yan karekî te hebû ez li Hewlêr dibim”.
Li bersîva pirsiyarekî pêşkêşkarê bernameyê da, di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de, Serok Barzanî got ku plan ewe bû piştî encamdana referanduma serxwebûnê, şêwirîn û guftûgo li gel Bexda bê kirin û bi awayeke aştiyane bigihin armanc.
Serok Barzanî her wiha got: “Mezintirîn serkeftina referandumê, encama wê bû ku % 93 yê gelê Kurdistanê bi belê deng ji bo serxwebûnê dan”.
Di derbarê helwesta welatan jî beranber referanduma serxwebûnê, Serok Mesûd Barzanî got: Gelek welat pêş referandumê sozê dabûn ku dijî nabin, lê belê piştî encamdana referandumê, hemû paşgez bûn. Her wiha tirkiye û Îran ala dijminkariyê bilind kirin.
Li heman demê de Serok Barzanî dibêje: Girîng eweye referandum bingehekî bi hêz ji bo serxwebûnê danî, serxwebûn jî me xewne, belku mafê Kurde. Eger ew jî nebîne, wê nifşên piştî wî yan nifşên paştir her bi dest tînin, ji ber ku Kurd selmandiye tu demekê serê xwe ji bo sîtemkariyê naçemîne.