Cîhan

Îsrail li bajarê Lazikiyê ya Sûrîye gelek xalên leşkerî kirin armanc

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî gelek xalên leşkerî yên li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyeyê kir.

Balafirên şer ên Îsraîlê li devera bajarê Laziqiye û Tertûsê yên Sûrî gelek bingehên leşkerî kirin armanc.

Hat diyarkirin ku êrişî Lîwaya 32yan a Parastina Asmanî, Biryargeha Leşkerî ya 107an û cebilxane û biryargehên li hinek gundan hatiye kirin.

Di êrişa li gundê Xireysûnê yê Tertûsê de teqînên bihêz çêbûne.

Piştî ku desthilata Esed rûxiya Îsraîl êrişî gelek xal û baregehên leşkerî yên Sûriyeyê dike û Îsrail hewldide ku, ji bo pêşerojê hêza leşkerî ya Sûrî nehêle û vê yekê ji bo welatê xwe wek demanekî dibîne.

Back to top button