Beşar: Heta ku şanda kurdî li Şamê xurt be, divê HSD/PYD pêwendiyên xwe ji PKKê bibirin
Nûnerê ENKSê di Opozîsyona Sûriyeyê de got, nêrîna Ehmed El-Şer’a derbarê doza kurdî li Sûriyeyê erênî ye û got: “Heta ku şanda kurdan li Şamê xurt be, divê HSD/PYD pêwendiyên xwe bi PKKê re bibirin.”
Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û Cîgirê Serokê Hevbendiya Opozîsyona Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar li ser rewşa niha ya Sûriyeyê, avakirina hikûmeta bê û çarenivîsa gelê Kurd li wî welatî û egera yekrêziya Kurdî li Şamê îro 15ê Berçile ji Şamê de mêvanê gera nûçeyan a Kurdistan24ê bû.
Armanca serdana nûnerê ENKSê bo Şamê:
Dr. Ebdulhekîm Beşar ji K24ê re got: “Hatina min bo Şamê, ji bo ku em rewşa niha ya piştî ketina rêjîma Beşar Esed ji nêz ve bişopînin, da ku li ber ronahiya wê em wek ENKSê gavên xwe bavêjin.”
Got jî: “Min li Şamê hevdîtin bi gelek aliyên siyasî re kir û hemû kes piştevaniya xwe ji hikûmeta veguhêz nîşan dan ku hêzeke çekdar a yekgirtî û rêveberiyeke siyasî li Sûriyeyê bê avakirin, ta ku aramî peyda bibe, xizmetguzarî ji xelkê rê bên pêşkêşkirin û kuştin û tolhildan çênebin.”
“Nêrîna Ehmed El-Şer’a li ser kurdan erênî ye”
Dr. Ebdulhekîm amaje bi wê jî kir: “Di navbera min û rêveberiya nû de pêwendiyên nerasterast çêbûn. Hikûmeta nû, hikûmeteke karbirêvebir e û dê 4 mehan bidome û piştre dê hikûmeta demkî were avakirin û dê cihê her aliyên siyasî û pêkhateyan tê de hebe. Ev hikûmet jî ji 6 mehan heta salekê berdewam be, ta ku aramiyê peyda bike, koçber vegerin, destûreke nû were nivîsandin.”
Amaje bi wê jî kir: “Nêrîna Heyet Tehrîr El-Şamê li ser kurdan erênî ye û beşeke wan a ji 32 kesan pêk tê heye û agahdariya wan li ser rewş û doza kurdî heye. Em wek Kurd jî emê bi hemû hêza xwe kar bikin ku cihekî me di nava hikûmeta demkî de hebe.”
“Divê sîstemeke federal li Sûriyeya nû bê avakirin”
Got jî: “Em wek ENKSê nêrîne me ji bo Sûriyeyê tevahî û Rojavayê Kurdistanê diyar in. Em dibêjin, divê navê Sûriyeyê û sirûda niştimanî werin guhartin, divê sîstemeke federal li Sûriyeya nû bê avakirin û Herêma Kurdî ya Federal bê avakirin. Em ji bo van nêrînên xwe jî kar dikin. Hin aliyên opozîsyonê ev nêrînên me qebûl dikin, hin jî qebûl nakin. Lê Ehmed El-Şera bêhtirî carekê gotiye, cihê Kurd di nava Sûriyeyê de heye. Di rojên borî de jî gotibû: Divê em cudahiyê bixin navbera Kurd û PKKê.”
Nûnerê ENKSê aşkere kir jî: “Agahiyên min heye ku Ehmed El-Şera bi gelek rêzdarî behsa cenabê Serok Mesûd Barzanî di nava hevalbendên xwe de dike.”
“Divê HSD/PYD pêwendiyên xwe ji PKKê bibire”
Derbarê yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî li Şamê de, Dr. Ebdulhekîm Beşar got: “Gelekî baş e ku Kurd li Şamê yekrêz bin. Lê di vê şert û mercên niha yekrêziya bi PYDê re ji bo me lawaziyek e. Wek çawa Colanî Nusra guherî û navê xwe ji El-Colanî kir Ehmed El-Şera, divê HSD jî pêwendiya xwe ji PKKê bibire û PKKê li Kurdistana Sûriyeyê qedexe bike. Herwiha çarenivîsa girtiyên kurdan diyar bike û ji bo Kurdan û ji bo opozîsyona Sûriyeyê rûpeleke nû veke.”
Herwiha Dr. Ebdulhekîm got: “Niha li Şamê gelekî bi nebaşî li ser PKKê tê axaftin. Divê HSD/PYD rûpeleke nû vekin û pêwendiya xwe bi PKKê re bibirin û gavine bi mêranî û zanebûn bavêjin. Eger PYD/HSD gaveke wiha bavêje, wê demê em Kurd emê bi şandeke xurt biçin Şamê û danûstandinê bi aliyan re bikin.”
Amaje bi wê jî kir, “4 sal in aliyên navdewletî wek Amerîka û Fransa hewl didin diyaloga Kurdî – Kurdî bibin serî, lê PYD/HSD nikare xwe ji PKKê qut bikin.”