Cîhan

Îsrail: Hêzên me fermandarê Hizbullahê Cewad kuştin

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ragihand ku li herêma Ebba ya Lubnanê li dijî fermandarê Hîzbullahê Elî Cemaleddîn Cewad operasyonek hatiye lidarxistin. Dîmenên êrîşa hewayî li ser hesabê X yê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê hatin belavkirin û hat ragihandin ku Elî Cemaleddîn Cewad hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyonê de yek ji fermandarên Hîzbullahê Elî Cemaleddîn Cewad hatiye kuştin. Di daxuyaniya ku ji hesabê fermî hat dayîn de dibêje:

“Îro danê êvarê hêzên hewayî yên Îsraîlê li herêma Ebba ya başûrê Lubnanê ji bo bêbandorkirina terorîst Elî Cemaledîn Cewad Fermandarê Hêza Redwan a Hizbullahê operasyonek pêk anî. Bêbandorkirina Cewad qabiliyeta rêxistina terorîst a Hîzbullahê ku ji başûrê Lubnanê heta bakurê Îsraîl pêşve biçe û çalakiyên terorîstî bimeşîne gelekî lawaz kir.”

Hizbullahê piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Elî Cemaleddîn Cewad daxuyanî da. Çavkaniyên Hizbullahê bi wêneyê ku parve kirin mirina Cewad piştrast kirin.

Back to top button