Emê bersiva êrîşa li ser Eyn Esedê bidin!
Şeva borî bi roketan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.
Wezareta Parastina Amerîkayê daxûyakirin ku, di vê êrîşê de hinek leşkerên wan birîndar bûne.
Qesra Spî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Joe Biden û alîkara wî Kamala Harris ji rewşê hatine agahdarkirin û got:
“Pêngavên ji bo parastina hêzên me hatin nîqaşkirin û em dê bi şêweyekî guncav û bi wayekî guncav bersivê bidin hemû êrişên ku karmendên me dikin hedef.”
Li gorî daxuyaniyê, Biden û Kamala Harris ji rûdanên dawiyê yên li rojhilata Navîn jî hatine agahdarkirin.
Daxuyaniyê amaje “bi rola Îranê ya di êrişan de” kir û got:
“Di civînê de êrişên Îran û hêzên bi ser Îranê ve hatin nirxandin ku Îsraîlê û hêzên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef.”
Hat ragihandin, di civînê de egera ku Îran êrişî Îsraîlê bike jî hatiye nîqaşkirin.