Cîhan

Îsrail êrîşek bir ser firokexaneya Şamê

Li gora daxûyaniyek ya Dezgehê Çavderiya Mafên Mirovan a Suriye, şeva bûrî demjimêr 22:00 hejmarek ji mûşekan ku tê pêşbînîkirin ku ji Îsraîlê avêtibin li nêzîkî Firokxaneya Şamê ya Navdewletî ketinê, di encamê ziyanên madî yên mezin bûn.

Ji aliyê xwe ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, Îsraîlê êrîşî Firokxaneya Şamê ya Navdewletî kir, lê sîstemên wê yên berevaniya esmanî karîn hejmarek ji mûşekên Îsraîlî jinav bibin.

Herweha  firokeyên şerên Îsraîlê devera di navbera bajarokê Misyaf û Wadî Iyon ya parêzgeha Hemayê û bajarê Banyasê li parêzgeha Tertûsê bombebaran kirin, ku pêgehên hêzên Îranî li deverê hene.

Demek e firokeyên Îsraîlî pêgehên leşkerî li Sûriyê bombebaran dike û dibêje ew navendên Îranî yên li Sûriyê armanc dike. Artêşa Israîlî berî çend rojan ragihand, ku firokeyên wê di nava du salên derbasbûyî de, 200 carî êrîşî bingehên Îranî li nav Sûriyê kirine.

Back to top button