Cîhan

Îsrail êrîşê Helebê kir12 milîsên Îranî hatin kuştin

Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî ragihand ku, artêşa Îsraîlê bi fûzeyan êrîşî derdora Helebê kir.

Li gorî wî jêderî, di encama êrîşê de hejmarek kes birîndar hatine kuştin û ziyanên madî çêbûne.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Îsraîlê kargeha Baqir li bajarokê Heyanê yê li bakurê Helebê kire armanc ku di destê mîlîşyayên ser bi Îranê de ye.

Da zanîn jî, di kargehê de gelek teqîn çêbûn û agir pêket û tîmên agirkuj û ambulans gihîştin cihê bûyerê, ji bo agir vemirînin û kuştî û birîndaran rakin.

Li gorî zanyariyên SOHRê, di êrîşê de 12 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê hatine kuştin.

Ji destpêka sala 2024an ve 44 caran Israîlî xaka Sûriyê kiriye armanc û 92 armanc, xal û baregehan dane, herwiha 160 leşker û çekdar hatin kuşin û 69 jî birîdar bûne. Herwiha 13 kesên sivîl hatine kuştin.

Back to top button