Cîhan

Îsrail dest bi operasyonê kir..!

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji bo kontrolkirina Xezeyê dest bi operasyoneke berfireh a bejahî kiriye.

Piştî serdana Wezîrê derve yê Amerikayê ya Îsrail, Operasyonek berfireh li dijê Xezayê hate destpêkirin û Hikûmeta Îsraîlê diyar kir ku armanca operasyonê nehiştina Hemasê ye.

Ev pêngav wekî aloziyeke mezin a di şerê ku nêzîkî du salan e berdewam dike de tê dîtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku ji destpêka êrişan ve nêzîkî 65 hezar Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.

Li gorî medyaya Amerîkayê, berpirsên Îsraîlî piştrast kirine ku yekîneyên bejahî yên Artêşa Îsraîlê ketine Xezeyê û rojên pêş dê leşkerên zêdetir tevlî bibin.

“Herêmê biterikînin”

Îsraîlê bangî nêzîkî milyonek Filistîniyên ku li bajêr dijîn kir ku herêmê biterikînin.

Li gorî daxuyaniyên fermî, heta niha zêdetirî 300 hezar kesî ji bajêr derketine.

Hêzên Asmanî yên Îsraîlê beriya operasyona bejahî, bi sedema ku pêwendiya wan bi Hemasê re heye, gelek avahiyên bilind ên li Xezeyê kiribûn armanc.

Amerîkayê jî piştgiriya xwe ji bo operasyonê ragihand lê diyar kir ku ew li bendê ne ku Îsraîl operasyonê bi lez û di demeke kurt de bi dawî bîne.

Back to top button