Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîra Derve ya Amerîkayê Marco Rubio li Orşelîmê civiyan. Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de, serokwezîrê Îsraîlê got ku welatê wî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevalbendên hev yên herî basin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku ew piştgiriyê didin Îsraîlê. Ew ê berdewam bikin ku zextê li ser Îranê bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Duşemê li Orşelîmê civiyan. Netenyahu got: ” Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji çêtir hevalbendekê Îsrailê tuneye. Eşkere ye ku ji Amerîkayê hevalbendek çêtir tune. Em hevkarên pir girîngin ez difikirim ku dê ev yek demek dirêj berdewam bike,”
“Wê rojê, Serok Trump ji min re got ku ez 7ê Cotmehê bi bîr bînim. Wî ev got. Em komkujiya mirovên bêguneh bi bîr tînin, em rehîneyan bi bîr tînin û em soz didin ku wan hemûyan, mirî û zindî, vegerînin,”
Di 7ê Cotmeha 2023an de, Hamasê êrîşî Îsraîlê kir, Îsrail jî bi bombebaran û operasyonên bejayî li dijî Xezzeyê bersiv da. Li gorî rayedarên Îsraîlê, Hamasê di êrîşê de 251 kes rehîn girtin.
Netenyahu got: “Em dizanin ku divê em Hamasê têk bibin û piştrast bikin ku ew êdî nikaribin Xezeyê bikin gef ji bo Îsraîlê. Divê ew êdî li wir nemînin,”
“Em ê heta ku ew armanca xwe biguherînin, kampanyaya zexta aborî ya herî zêde li ser Îranê bidomînin,”
Wezîrê Derve yê Amerikayê Robio got “Em hevkarên xwe yên Ewropî teşwîq dikin ku pêvajoya rakirina dorpêçên li ser Îranê dest pê bikin. Em wan teşwîq dikin ku li ser vê rêyê berdewam bikin û em ji sedî sed piştgirî didin wê,”
Welatên rojavayî Îranê bi hewldana pêşxistina çekên nukleerî tawanbar dikin, ku ew dibêje armanca wan aştî ye. Di şerê Îsraîl-Îranê de di meha Hezîranê de, Dewletên Yekbûyî êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê kir, lê hîn jî nayê zanîn ka çi bi serê wan hat.
“Helwesta serok li ser Xezeyê û vegera tavilê ya hemî rehîneyan vegerin bo malên xwe ye. Divê Hamas êdî nebe komeke çekdar ku gefê li aştî û ewlehiya cîhanê dixwe, ne tenê Îsraîlê,”


